'Em ê şopdarên pakrewanên Parîsê bin'
- 10:05 9 Çile 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Têkildarî komkujiya Parîsê de Endama Kongra Star ya bajarê Helebê Rojiyan Mihemed axivî û got: "Xwestin derbe li têkoşîna jinê bixin lê nekarin." Endama Meclisa Pakrewan Şîlan Kobanê Emîra Mihemed jî diyar kir ku bi saya felsefeya Abdullah Ocalan em gihaştin roja îro.
Di salvagera 12'yemîn a komkujiya parisê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê civîn hat lidarxistin. Cîvîn li ser hola MSD hat lidarxistin. Endamên meclis, sazî û komînên taxê tevlî civînê bûn. Beriya civînê derbarê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez sînevîzyonek hat nîşandan û piştre Rojiyan Mihemed û Emîra Mihemed derbarê mijarê de axivî.
Her wiha Endama Kongra Star ya bajarê Helebê Rojiyan Mihemed û Endama Meclisa Pakrewan Şîlan Kobanê Emîra Mihemed jî ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
'Em rêya pakrewana naterkînin'
Rojiyan Mihemed diyar kir ku her sê hevalên me bi îxanetê hatin qetilkirin û got: "Em her sê pakrewanên komkujiya Parisê Sakîne, Fîdan û Leyla bi bîr tînin, Ev her sê hevalên me li Fransayê bi destên qirêj û îxanetê hatin qetil kirin. Ji ber ku em bûn şopdarê wan karê ku ew rêhevalên me dan dest pê kirin em jî di roja îro de didin berdewam kirin, di hemû qadan de cihê xwe digrin."
'Ne karin derbe li têkoşîna jinan bixin'
Rojiyan bal kişand ser domandina têkoşînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku me felsefeya rêbertî nas kir û bi rêka wê felsefeyê me têkoşîna xwe da destpêkirin. Êdî wê tu kes nikare vîna me û têkoşîna me asteng bike an dawî lê bîne. Îro ew bi pêkanîna komkujiya derheqê jinê de xwestin derbe li têkoşîna jinê bixin lê daxwaza wan pêk nehat."
'Bi saya felsefeya rêbertiyê em gihaştin îro'
Emîra Mihemed jî têkildarî salvegera komkujiyê wiha nêrînên xwe anî ziman: "Her sê pakrewanan bi bîr tînin. Îro em weke tevgerên jin em ê li ser piya bin û têkoşîna hevala bidin berdewam kirin heya ku em hemû jinên cîhanê radikin ser piyan û wan azad dikin. Îro bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevgirtina wî ji jinê re em gihaştin roja îro."