Bertekên li hemberî nedayîna cenazeyan: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
- 10:52 9 Çile 2025
- Rojane
WAN - Jinên ku bertek nîşanî nedayîna cenazeyên kedkarên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan dan, gotin: "Ev pêkanîneke derqanûnî ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Zilmê li cenazeyên me û malbatan dikin."
Heyeta ku ji bo cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin bigirin, xwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê 3 roj in li deriyê sînor hatin rawestandin. Heyeta ku duh bi şev daxuyanî da û diyar kir ku ji bo îşkence li cenazeyan neyê kirin biryar dane ku dawî li nobeda xwe ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê bînin. Heyet wê îro li navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyaniyeke girseyî bide.
Jinan bertek nîşanî rewşê dan û ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
'Ev sûcê mirovahiyê ye'
Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Nazîme Acar bi bîr xist ku rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn nêzî 20 roj berê hatin qetilkirin û got: “Malbatên ku ji bo cenazeyên hevalên me bigirin çûn ser sînor. Têgihîştina rêzgirtina ji bo miriyan heye ku di dîroka mirovahiyê de jî heye. Ger cenaze jî bên rawestandin ev tê wê wateyê ku îro mirovahî miriye. Nedayîna cenazeyên hevalên me Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn sûcê mirovahiyê ye. Destûr ji bo derbasbûna wesayît û welatiyan li ser sînor tê dayîn. Lê astengiya li ber heyetê jî tê wateya helwesta dualiyêbûnê. Ev rewşek nayê qebûlkirin. Herî kêm divê bi wijdanî nêz bibe û edalet pêk were."
'Zilmê rawestînin'
Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Rabîa Doner diyar kir ku li hemû cîhanê mafê wergirtina nûçeyan girîng e û rojnamegerî weke pîşeyeke bi rûmet tê qebûlkirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Rojnameger nikarin erkên xwe yên pîşeyî pêk bînin û mafên wan tên desteserkirin. Cenaze radestî malbat û raya giştî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji bo wergirtina cenazeyên hevalên me yên hatin qetilkirin nayên. Divê demildest cenaze radestî malbatan bên kirin. Em daxwaz dikin ku dawî li vê helwest û zilmê bê."
'Pêvajoyek hiqûqî nîne'
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûşê Nurhayat Polat jî wiha axivî: “Heta niha cenaze nehatine teslîmkirin. Hem li ser cenazeyên hevalên me hem jî li ser malbatên wan zilmek tê kirin. Pêvajoyeke hiqûqî nîne. Ev pîvana polîtîkayên şerê taybet ên li ser gelê Kurd tê meşandin e. Em weke gelê Kurd careke din derfetê nadin wan, em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de cenazeyên hevalên me radestî malbatên wan bên kirin."