Kurdistanî û dostênê wan li Parîsê meşiyan
- 15:11 11 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Kurdistaniyêan û dostên wan a li dijî komkujiyên Parîsê ku ber bi Qada Republique ve destpê kir bi hezaran kes tevli bûn.
Meşa ji bo şehîdên Komkujiyên Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013 û 23’ê Kanûna 2022’an de ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat, ji Gare du Nordê ber bi Qada Republique ve destpê kir. Meş bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E’yê ve hat lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan ên ji gelek welatên Ewropayê beşdarî meşê bûn.
Meşa bi dirûşma “Kujer diyar in, Fransa çima bêdeng e” hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ku di saetên sibehê de ji bo meşê li welat û bajarên derdor bi rê ketin, bi otobus û wesayîtên xwe yên şexsî gihiştin Stasyona Trenê ya Parîs-Bakur (Gare du Nord). Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", “Kujer diyar in, Fransa çima bêdeng e” hatin berzkirin û wêneyên şehîdên Komkujiyên Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrhaman Kizil hatin hhilgirtin. Çalakvanan di meşê de hêrsa xwe ya li dijî komkujiyên dewleta Tirk raber kirin û îşaret bi hevkariya Fransayê kriin.
Beriya çalakiyê broşûrên ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatibûn amadekirin, li kesên derdor re hatin belavkirin.
‘Berxwedana mezin dibe’
Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever beriya meşê li Gare du Nordê axivî û wiha got: “Gelê me yê welatparêz û hêja berxwedana we ya 12 salî ya li dijî komkujiya Parîsê silav dikim, hûn bi xêr hatin. 12 sal berê li Fransayê 3 jinên şoreşger hatin qetilkirin. Ev komkujî li dijî têkoşîna azadiyê bû. Xwestin têkoşîna jinê tune bikin. Ji ber ku Fransa bêdeng ma, piştî 10 salan komkujiya duyemîn pêk hat. Em weke gelê Kurd bêdengiya Franayê şermezar dikin. Ji ber vê yekê berxwedana me 12 sal in bêyî navber dewam dike. Weke ku tê zanîn Sakîne Canzi di têkoşîna jinên Kurd de xwedî cîhekî pir girîng e. Gelê Kurd berxwedanekî mezin raber dike. Li Rojhilata navîn berxwedaneke neşip û mezin dimeşîne. Rêber Apo ji bo şoreşa Rojhilava Navîn peyam dişîne. Yekîtiya gelê Kurd ji bo vê şoreşê bersiva herî mezin e. Heval Evîn Goyî jî bi dehan sal têkoşîna jinê meşand, li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya. Lê dewleta Fransayê ew ne parast. Em ji dewleta Fransayê dixwazin ku vê komkujiyê ronî bike.”
‘Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin’
Di axaftina li ser navê civaka Ermenî jî wiha hate gotin: “Em ji bo piştevaniyê hatin vir. Em weke Ermeniyan li vir in û bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne. Di nava 10 salan de 2 caran komkujî hate kirin. Faşîzma Tirk sûcên xwe didomîne. Êrîşên nû li dijî Rojava pêk tîne. Ji faşîzma dewleta Tirk re na! Em dixwazin hemû girtî serbest bên berdan.”
Li ser navê CDK-F’ê Xanê Akdogan axivî û wiha got: “Eşkere ye ku komkujî ji aliyê kî ve hat kirin. Em ê dev ji lêgerîn û doza xwe ya edaletê bernedin. Heta ku azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê mîsoger bikin, wê têkoşîna me mezin bibe û dewam bike.”
Parlementera Fransayê Danielle Simonnet jî wiha got: “Divê em li dijî vê êrîşa terorane têkoşîna edaletê bidin. Êrîşên Erdogan û dewleta Tirk ên li Rojava û Sûriyeyê dewam dikin. Li Sûriyeyê Elewî û Kurd di bin êrîşan de ne. Divê em li dijî vê rabin. PKK hîna di lîsteya terorê de ye, em dixwazin dawî li vê rewşê bê anîn. Peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin, ev peyam pir girîng bûn. Em piştgirî didin têkoşîna azadî û wekheviyê yên Kurdan.”
‘Divê destkefitiyên Rojava bên parastin’
Ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst Esra Demîr wiha axivî: “Sakîneyan vê têkoşînê tacîdar kirin. Têkoşîna wan tird di mêtînkariya Tirk de çêkir. Guleyên ku li jinên şoreşger hatin xistin, guleyên li dijî vê têkoşînê bû. Di demeke ku têkoşîna Kurd destkeftiyên mezin bi dest xist de ev komkujî ji bo tunekirina van destkeftiyan hat kirin. Ev komkujî bi tifaqa li dijî Kurdan hat kirin. Ev komkujî bi têkilî û tifaqên tarî yên bi dewleta Fransayê re dewam kir. Bi heman awayî di 23’ê Kanûna 2022’an de jî careke din êrîş kirin. Her çiqas nasnemaya kujeran bê veşartin jî em pir baş dizanin ku dewleta Tirk û hevkarên wî yên emperyalîst in. Ji bo hesabpirsîna ji van êrîşan em neçar in ku têkoşîna yekbûyî bimeşînin. Heman êrîşkarî li dijî destkefiyên Rojava jî tên kirin. Destkeftiyên Rojava di bin xeteriyeke mezin de ye. Tişta ku nekarîn bi DAÎŞ’ê re bikin dixwazin bi SMO’yê re bikin. Şoreşa li Rojava di bin vê êrîşkariyê êde ye. Erka hemû hêzên azadiyê ye ku destkeftiyên li Rojava biparêzin.”
Piştî axaftinan meş dest pê kir û wê piştre mitîng bê lidarxistin.