‘Ji bo yekitiya Kurdan divê jin pêşengiyê bikin’
- 09:03 12 Çile 2025
- Rojane
Derya Ren
RIHA- Endama Kongreya Star a Lubnanê Zeynep Mihemmed da zanîn ku di vê Kurdên her çar parçeyan bibin yek û ji bo yekitiya Kurdan divê jin pêşengiyê bikin û got: “Em vê xebatê nemeşînin wê xetereya bê jî neyê dîtin.”
Bi hewldanên HTŞ û hêzên hegemon Rejîma Baas ya 61 salî di 8’ê Kanûnê de ket. Bi hilweşîna rejîmê re şerê li Sûriye û Rojhilata Navîn ket qonaxek nû. Tirkiye û komên girêdayê wê yên paramîlîter ku ji rewşa kaos û şer fêde girt, li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş da destpêkirin. Li hember êrîşên pêk hatin gel berxwedanek mezin nîşan dide û her wiha di nokteya yekitiya kurdan de sazî û partiyên cuda dest bi xebatan kirin.
Endama Kongreya Star a Lubnanê Zeynep Mihemmed der barê girîngiya yekitiya Kurd û xebatên hatine destpêkirin de nirxandin kir.
‘Divê Kurd bibin yek’
Zeynep Mihemmed bi lêv kir ku pêvajoya di demên dawî de tê jiyîn pir krîtîk e û wiha got: “Krîzên li Rojhilata Navîn alozî pêk anîn. Rewşa şer jî hat afirandin. Ne rast e ku mirov vê bi çend salan ve sînordar bike, rastiya şerekî mezin di van salên dawî de hatiye afirandin heye. Ji bo vê em weke gelê Kurd di serdemên pir krîtîk re derbas dibin. Em dikarin vê sedsala pêş me bikin sedsalek ku tê de yekitiya neteweyî ava bibe. Kurdan di dîrokê de bi dehan serhildan pêk anîne. Weke Kurdayetiyê me nekarî ew salên dawîn kar û xebatên ku me kirine bixin xizmeta gelê Kurd, lewma pêwîstiya me bi xebat û tekoşîna zêdetir heye. Destkeftiyên kurdan ji aliyê netew dewletan ve hatin hedefgirtin û tunekirin. Ger em dixwazin di vê sedsalê de bi hêz û nasnameya xwe bijîn, pêwîste Kurd bibin yek.”
‘Mirovên sivîl tên qetilkirin’
Zeynep Mihemmed daxuyakirin ku li hember destkeftiya Kurdan êrîşek mezin heye û wiha bi lêv kir: “Dewleta Tirk asayişê ji xwe re dike hincet û sivîlan qetil dike. Ji ber vê yekê pêwîst e hay ji vê yekê hebe. Em di bin êrîşeke mezin de ne. Ger em kurd nebin yek, em ê di demên pêş de di komkujiyên cuda re derbas bibin. Divê em destên xwe bidin hev da ku sibê poşman nebin. Em polîtîkayên Tirkiyeyê dizanin. Dixwazin bi destên Kurdan Kurdan qir bikin. Li aliyê din em dibînin ku gelê herêmê li kurdan sor dikin û tehrîk dikin. Rastiyeke kurdewarî jî heye ku ji cewhera xwe qut bûye. Ma mirov dikare ji dijminê xwe hez bike û jê bawer bike? Lê mixabin hinek kurd vê yekê dikin. Pêwîst e dev ji vê berdin. Divê em ji pergala şovenîst a ku bi sedsalan e me dikuje dûr bisekinin."
‘Roj roj ayekitiyê ye’
Zeynep Mihemmed destnîşan kir ku divê ji vê yekê ders bê girtin û ev nirxandin kir: “Dibe ku fikrên me cuda bin, lê ev ne roja nîqaşkirina ramanan e. Roja yekîtiyê ye. Em li Bashûrê binerin, li wir em nikarin bibin yek, îxanet hene, bi destên kurdan hewl tê dayin ku kurdan qetlîam bikin, kemînan datînin. Kurd dîsa Tirkiyeyê li wir bi cih dikin. Pêwîst e dev ji vê berde. Ger em parçe bibin, em nikarin tu serkeftinê bi dest bixin. Pêvajoyeke dîrokî heye, ger em vê derfetê bi dest nexin em ê winda bikin. Belê, ji bo yekîtiyê xebat tên kirin, ev girîng e. Lê divê ev danûstandin bi devkî nemînin, pêwîst e rastgo û jidil bin. Em ji bo Kurdistana azad têdikoşin. Çima em nebin yek? Eger em yekgirtî bûna, wê Tirkiye nikarîba bi hêsanî axa Kurdistanê dagir bike. Bashûr niha hatiye dagirkirin, pêwîste ev yek were diyarkirin.”
‘Divê em xetereyê bibînin’
Zeynep Mihemmed bang li jinan kir ku divê ji bo yekitiyê hîn bêtir têbikoşin û wiha dawî lê anî: “Weke jinên Kurd divê em pêşengiya vê bikin. Di pergala ku niha li Sûriyeyê tê avakirin de tê xwestin jin bên paşguhkirin. Divê em li hember vê xetereyê bêtir hişyar û birêxistin bin. Weke Kongra Star li Lubnanê, em ji bo vê yekê têdikoşin û dê berdewam bikin. Ger em vî karî nemeşînin, em ê xetereya ku tê de nebînin.”