Hevdîtina heyeta DEM Partiyê bi Fîgen Yuksekdag re dest pê kir

  • 12:27 12 Çile 2025
  • Rojane
KOCAELÎ - Heyeta DEM Partî ya Îmraliy, bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag re li Girtîgeha Kandra yê dest bi hevdîtinê kir.
 
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Îmraliyê ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê re hevdîtin pêk anî, ji bo bi Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) Fîgen Yuksekdag re hevdîtinê bike çû girtîgeha Kandrayê. 
 
Di şandeyê de parlamenterên  DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk jî hene. Hate diyarkirin ku heyet piştî hevdîtina ku di çarçoveya nîqaşên pêvajoya nû de pêk bên wê daxuyaniyeke kurt bide.