WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir

  • 13:03 14 Çile 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - WANA’yê bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê yê rojnameger û parastvana mafên mirovan Pexşan Ezîzî da û ji bo betalkirina cezayê banga ketina nava liv û tevgerê kir. 
 
Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê rojnameger û parastvana mafên mirovan Pexşan Ezîzî erê kir. Tora Piştevaniyê ya Jinan a WANA’yê (Asyaya Rojava û Bakurê Efrîqayê) ji bo betalkirina cezayê Pexşan Ezîzî banga çalakiyên lezgîn kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Weke endamên Tora Piştevaniyê ya Jinan a WANA’yê, em bang li civaka navneteweyî, hikûmetan, rêxistinên mafên mirovan û parastvanên mafên jinan dikin ku ji bo sekinandina biryara bidarvekirina Pexşan Ezîzî, dest bi çalakiyên bibiryar û lezgîn bikin. Dadgeha Bilind a Îranê biryara cezayê darvekirinê erê kir û ev ceza dibe ku di carekê de bê cîbicîkirin. Pexşan Ezîzî, jiyana xwe fedayî parastina mafên jinên neparasteî, têkoşîna li dijî wekheviyê û têkoşîna edaletê ya ji bo civaka xwe kir. Dilsoziya wê ya qayîm a bi mafên mirovan re, ji bo gelek kesan bû hêvî. Bidarvekirina wê ne tenê dê bibe bêedaletiyeke hovane, di heman demê de dê dengekî ji bo pêşketina Îranê û wekheviyê jî dê bê qutkirin.” 
 
Bi domdarî hat xwestin ku divê ji bo Pexşan Ezîzî tavilê her kes bikeve nava liv û tevgerê û wiha hate gotin: “Bikaranîna cezayê mirinê ya ji bo bêdengkirina aktîvîstên weke Pexşan Ezîzî, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û ji bo mirovahiyê şermekî mezin e. Em mecbûr in ji bo pêşîlêgirtina vê bêedaletiya jêneveger bikevin nava tevgerê. Em bangî hemû kesên xwe fedayî edalet û mafên mirovan kirine, bang î sazî û dezgehan dikin ku ji bo şermezarkirina vî cezayî tev li me bibin. Em piştevaniyê bidin Pexşan Ezîzî, malba û civaka wê û daxwaza betalkirina vî cezayî bikin. Dem, krîtîk e. Divê em bi hev re qedrê jiyana mirovan misoger bikin û bi eşkereyî nîşan bidin ku nabe aktîvîstên mafên jinan ji ber wêrekî û parastvaniya xwe hedef bên girtin û cîhan dê li dijî vê bêdeng nemîne. Ji bo pêşîlêgirtina vê trajediyê, ji bo jiyan û dengê Pexşan Ezîzî bibe hêvî û çavkaniya guherînê ya nifşên pêşerojê, divê em bibin yek.”