Li dijî êrişan li Îzmîrê çalakiya nobedê
- 15:36 14 Çile 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Surî û Rojava çalakiya nobetê li dar xist û dû re daxuyaniyek da û banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê bi dirûşmeya "Em Rojava û aştiyê diparêzin" û bi daxwaza "Li dijî şer aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd" li avahiya partiyê çalakiya nobetê li dar xist.
Li salona ku nobedê lê hat girtin pankartên "Em hem aştiyê hem jî vîna xwe diparêzin" û "Bi rihê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin" hatin daliqandin. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û welatî beşdarî nobedê bûn. Piştî nobetê li ber avahiya partiyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin" hatin hilgirtin.
Çalakiya nobetê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û ewil weke sînevîzyonê hat nîşandan. Piştî pêşandana sînevîzyonê li ser avakirina aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd axaftin hatin kirin. Piştî nobetê li ber avahiya partiyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivî û bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û diyar kir ku jiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di metirsiyê de ye. Îbrahîm Akin, anî ziman ku fikarên wan ên cidî li ser geşedanan hene û got, “Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî giran e. SMO û çeteyên cîhadîst jiyana gelê ku li wir dijîn tehdît dike. Em geşedanên li wir ji nêz ve dişopînin. Pêşeroja Sûriyê ji aliyê hêzên desthilatdar ve li ser masê ye. Hûn nikarin pirsgirêka Kurd li herêmê û Tirkiyeyê bi wêrankirin û şer çareser bikin."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.