Li Qersê starta 8'ê Adarê
- 14:51 24 Sibat 2025
- Rojane
QERS - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Qersê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dike.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Tûrokoglû li Qersê starta 8'ê Adarê dide. Meclîsên Jinan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partiyê ya Qersê, Agirî û Îdirê tevli starta 8'ê Adarê ya li avahiya DEM Partiyê tê dayin, bûn. Jinan pankarta "Em bi têkoşîna jinan aştiyê bi rêxistin dikin" li salonê daliqandin.
Agahiyên berfireh tên…