
Li Girê Miraza dirûşma 'Jin jiyan azadî'
- 13:52 3 Adar 2025
- Rojane
RIHA - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Rêxistina DEM Partî ya Rihayê li Girê Miraza gerek organîze kir.
Rêxistina DEM Partî ya Rihayê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Girê Miraza gerek organîze kir. Hevşaredar. Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan jin tevlî gerê bûn.
Di gerê de derbarê dîroka Girê Miraza de agahî hatin dayîn û bal kişandin ser rola jinan a di dîrokê de.
Piştî ger bi dawî bû Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglu axaftinek kurt kir û bal kişand ser dîroka Girê Miraza û behsa dîroka jinan kir. Sema Aîşeoglu dû re banga li jinan kir ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.
Gera jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî” bi dawî bû.