Malbata Leyla Paşayî: Îfadeya wê di bin îşkenceyê de hatiye girtin

  • 14:53 16 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şampiyonê berê yê gulaşê Serdar Paşayî, diyarkir ku xwişka wê Leyla Paşayî ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve li Sine hatiye binçavkirin û dibin îşkenceyê de îfadeyên wê hatine girtin. Serdar Paşayî got: “Hikûmet bi binpêkirina yasa û senaryoyên dubare hêrsa welatiyan zêde kiriye.”
 
Şampiyonê berê yê cîhanê yê gulaşê Serdar Paşayî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal di derbarê îşkencedana xwişka xwe Leyla Paşayî ya ji aliyê hêzên Îranê ve peyamek parve kir.
 
Serdar Paşayî di peyama xwe de diyarkir ku xwişka wê Leyla Paşayî bi tometa dijayetiya cezayên darvekirinê, xwepêçana bi zorê û tevlîbûna çalakiyên 8’ê Adarê ji aliyê hêzên Îtlaetê yên li Sine ve hat binçavkirin û li girtîgehê dibin îşkenceyê de îfadeyên wê hatine girtin.
 
Serdar Paşayî got ku rê nayê dayîn ew serdana xwişka xwe bikin û agahiyan di derbarê tendirustiya wê de wergirin. Her wiha da zanîn ku hikûmet ji wê yekê fam nake ku bi binpêkirina yasa û senaryoyên dubare tenê agirê hêrsa welatiyan zêde dike.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja 10’ê Adarê jina bi navê Leyla Paşayî li bajarê Sine ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve bi behaneya tevlî çalakiya ji bo 8’ê Adarê bûye, bêy fermana dadwer hat binçavkirin û bi tometa ‘karkirina li dijî ewlehiya netewî’ hat tometbarkirin.