
Li Beyoglu agirê Newrozê hat pêxistin
- 17:40 16 Adar 2025
- Rojane
STENBOL-Li Beyoglu di pîrozbahiya Newrozê de peyama ‘Em gelekî bi rumetin. Kes nikare ziman, nasnameya me înkar bike.”
Beriya pîrozbahiya Newroza Stenbolê ku wê 23’ê Adarê de bê pîrozkirin, pîrozbahiyên li navçeyan didome. DDEM Partiyê li Beyoglu ya Stenbolê li taxa Haciahmet agirê Newrozê pêxist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek û gelek welatî tevli pîrozbahiyê bûn. Jin û ciwanan eleqeyek mezin nîşan dan û li dora agir govend gerandin.
Parlamenter Cengîz Çîçek axivî û da zanîn ku wê Newroza 2025’an ji bo gelan bibe Newroza azadiyê. Cengîz Çîçek daxuyakirin ku gelê Kurd 50 sale têkoşînek bi rumet dimeşîne û got ew gelekî bi rumetin û kes nikare ziman û nasnameyê înkar bike.
Piştî axaftina Cengîz Çîçek pîrozbahî bi govendê berdewam kir.