Jin ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

  • 14:09 9 Nîsan 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xist.
 
Yekitiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye" li bajarê Qinê yê li rojavayê Kobanê meşek lidar xist.
 
Gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan û bê navber dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana Îmralî" hatin berzkirin.
 
Meş heta çarxerêya bajêr berdewam kir, piştî deqeyek rêzgirtinê rêveberiya Meclîsa bajarê Qinê Tarîvan Xelîl axivî.
 
Tarîvan Xelîl diyar kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin û wiha pê de çû: "Çawa ku gelê me zêdetirî sê mehane li bendava Tişrînê li ber xwe dide, em jî dakevin kolanan, çalakiyan lidar bixin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixwazin. Em ê ji 7 salî heta 70 salî li ber xwe bikin û têbikoşin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkan e, ji bo azadiya Rêbertî têbikoşin."
 
Meş bi berzkirina dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.