Kongra Star dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin

  • 14:05 10 Nîsan 2025
  • Rojane
 
   
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongra Star a bajarê Hesekê bi beşdariya 23 jinan dewreyeke perwerdeyê ya bi navê şehîd Salîha Viyan vekir.
 
Kongra Star di çarçoveya xebatên xwe yên bi armanca pêşxistina asta çandî û bîrdozî ya jinan de îro li bajarê Hesekê dewreyeke perwerdeyê bi navê şehîd Salîha Viyan vekir.
 
23 jin beşdarî dewreya perwerdeyê bûne ku dê mehekê dewam bike. Di dewreyê de dê waneyên bi mijarên cuda wekî "girîngiya perwerdeyê di avakirina kesayetê de, dîroka jinan û têkoşîna wan, şoreşa rojava, têgeha neteweya demokratîk, çand û exlaq û civaka demokratîk" werin dayîn.
 
Di merasîma vekirina dewreya perwerdeyê de, endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ji ANHA'yê re axivî û got: "Di serî de em hemû şehîdên azadî û demokasiyê bi bîr tînin. Şehîd Salîha yek ji jinên pêşeng bû ku ji bo rizgarkirina jinan û belavkirina fikrê welatparêziyê kedeke mezin da. Em îradeya xwe ya xurt ji şehîdan digirin û em ê şopdarên rêya wan bin.
 
Şîraz Hemo bal kişand ser girîngiya perwerdeyê jî û got: "Bi taybetî di civakên Rojhilata Navîn de ku jin heya niha tên paşguhkirin, perwerde bingeha sereke di jiyana jinan de ye."
 
Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Rîhab Cûc jî anî ziman ku ev dewreya perwerdeyê xwe dispêre felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku girîngiyeke mezin daye rola jinan di avakirina civakeke demokratîk de.
 
Rîhab Cûc diyar kir ku armanca wan ji dewreyên perwerdeyê pêşxistina asta bîrdozî ya jinan, danasîna jinan bi maf û erkên wan û got: "Li gel guhertinên siyasî û civakî yên li herêmê çêdibin, zanîn jiyaneke hevbeş a adilane ava dike û rê li ber serdestiyê digire."
 
Piştî axaftinan, beşdar derbasî hola perwerdeyê bûn.
 
Endama Koordînasyona Kongra Star Salîha Viyan (Hêva Erebo) 23’yê Çileya îsal li Başûrê Kurdistanê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû.