Amed dê mazûvaniya ked û çanda jinan bike

  • 11:13 1 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED - Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Meclisa Jinan a Konseya Bajêr, li Meydana Deriyê Çiyê dê 3 rojên "Hevdîtina Ked û Hunerê ya Jinên Amedê" bê lidarxistin.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin û Meclisa Jinan a Konseya Bajêr, di navbera 23-24-25ê Gulanê de li Qada Deriyê Çiyê dê "Hevdîtina Ked û Hunerê ya Jinên Amedê" li dar bixin. Di hevdîtina ku dê mazûvaniya ked, çand û hunera jinan bike de, armanc ew e ku hilberîna jinan a li bajêr, cihêrengiya çandî û hunerî were eşkerekirin.
 
Ked û hilberîna kolektîf
 
Bi vê çalakiyê armanc ew e ku ezmûnên jinên ku li Amedê dijîn di qadên hilberînê de werin parvekirin, mîrasa çandî were jiyandin û hevkariya di navbera jinan de were xurtkirin. Di çalakiyê de gruba berhedef wekî hunermendên jin, esnafên jin, nivîskarên jin, jinên kedkar ên malê, rêxistinên civakî yên sivîl ên ku balê dikişînin ser jinan, rêxistinên jinan, jinên ku di qada çand û hunerê de çalak in, rêveberên herêmî, akademîsyen û lêkolîner hatine diyarkirin. Her wiha armanc ew e ku jin bi ruhê hevgirtinê hem di qadên hilberîna hunerî hem jî di qadên hilberîna aborî de xurt bibin û bîreke kolektîf were avakirin.
 
Dê bi kooperatîfên jinan re hevdîtin hebin
 
Di çarçoveya hevdîtinê de dê bi kooperatîfên jinan û rêxistinên civakî yên sivîl ên ku balê dikişînin ser jinan ên li Amedê rêze hevdîtin werin kirin. Di van hevdîtinan de dê jin rasterast tevlî pêvajoyên hem bexşandinê ji çalakiyê re hem jî diyarkirina naverokê bibin. Di çarçoveya nîqaşên hatine kirin de, bi hesaba mîrasa çandî û avahiya pirzimanî ya jinan, tê plankirin ku çalakî bi naverokeke dewlemend were lidarxistin.
 
Çalakiyên ku dê werin lidarxistin
 
Di çarçoveya hevdîtinê de dê bazar û standa berhemên destan, atolyeyên xebatê (tevn, seramîk, nivîs, resim hwd.), panel û hevpeyvîn (keda jinan, bîra çandî, zayendperestî), pêşandanên fîlman û performansên ser dikê, her wiha çalakiyên danasînê yên li ser çanda mutbexa herêmî û rêze çalakiyên wekî muzîk û hunerên şanoyê werin lidarxistin.
 
‘Ev salek e em xebatan dimeşînin’
 
Seroka Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer derbarê hevdîtinê de agahî da û diyar kir ku di xebat û hevdîtinên ku salek e li qadê û Navendên Jiyana Jinan dimeşînin de daxwazên jinan ên di warê aborî de yên ji bo kar û hilberîna xwe derketine holê. Sumer got ku pêwîstiya jinan pevgirtin û pêşandana hilberînên xwe û hevgirtinê heye.
 
Bi daxwazên jinan derket holê
 
Sumer diyar kir ku ew bi pirsa "Em çi bikin?" bi rê ketine û di encama hevdîtinên dirêj de jinan diyar kirine ku ew dixwazin zend û bendan di warê hilberînê de bişidînin û berhemên xwe pêşber bikin û wiha got: "Di vê wateyê de wekî ramanekê wisa dest pê kir. Me ji bo hem ji wan re qada bazarê vekin hem hevgirtinê ava bikin hem jî bi jinên din ên li bajêr re hevdîtinê pêk bînin, organîzasyoneke wisa fikirî."
 
‘Tenê hevdîtina kedê nîne’
 
Sumer destnîşan kir ku ev hevdîtin tenê hevdîtinek di qada kedê de nayê kirin û wiha dewam kir: "Ev demeke dirêj e diyar e ku pêwîstiya jinên li bajêr bi hevdîtinên çand û hunerê heye. Bi taybetî me tespît kir ku pêwîstiya jinên li taxan bi van hevdîtinan heye û me bi hevkariya dînamîkên herêmî yên bajêr, kooperatîfan û hilberîna li navendên jiyanê, tiştekî wisa berfirehtir derxist holê."
 
‘Em dixwazin ji bo Amedê bibe kevneşopî’
 
Sumer destnîşan kir ku jin bi xwe biryar didin ka ew ê çi bikin û wiha got: "Me jî wekî Şaredariya Bajarê Mezin bi pêşkêşkirina piştgiriya cih û malzemeyan dest bi xebateke wiha kir. Dil dixwaze ku ev xebat berfirehtir bibe û belav bibe û ji bo Amedê bibe tiştekî kevneşopî. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku di vê hevdîtina ked û hunerê de bi me re, bi jinên hilberîner re bin."