
Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê muzakere bên destpêkirin
- 14:20 19 Gulan 2025
- Rojane
ENQERE - Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Devlet Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyonê ya li Meclisê û got: “Ji bo komîsyon bên avakirin divê muzakere tavilê bên destpêkirin.”
Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, têkildarî banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku digot “Bila li Meclisê komîsyon bê avakirin” ji T24'ê re axivî.
Pervîn Buldan, diyar kir ku ew erênî nêzî pêşniyara Bahçelî dibin û piştgiriyê didin. Pervîn Buldan, got: “Bahçelî, tişta divê were kirin gotiye. Me jî her tim got ku cihê çareseriyê Meclis e. Gelek girîng e ku bi avakirina komîsyonekê re ev mijar bê rêkûpêkkirin. Di mijara avakirina komîsyonê de piraniya partiyan wekî hev difikirin. Divê AKP di vê mijarê de demildest nêrîna xwe parve bike.”
Bi domdarî Pervîn Buldan ev tişt anî ziman: “Ji bo komîsyon bên avakirin divê tavilê muzakere bên destpêkirin. Divê mijara ku birêz Bahçelî behs kirî tavilê bê Meclisê. Bêguman divê beriya wê were muzakerekirin û li ser were axaftin. Birêz Bahçelî bal kişandiye ser avakirina komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê û jêrkomîsyonên wê. Bêguman li ser hejmar û rêbazê dikare nîqaş bên kirin. Em bi temamî piştgiriyê didin wê pêşniyarê ku dibêje bila ji her partiyê endamek hebe, komîsyonên jêr piştgiriyê bidin û Serokê Meclisê bibe serokê komîsyona esasî.
Sererastkirinên di qanûnan de yên ji bo demokratîkbûnê, divê ji hêla vê komîsyonê ve were nîqaşkirin. Bi rastî jî pêdivî bi vê heye. CHP dibêje ku divê li Meclisê komîsyon were avakirin. Jixwe birêz Babacan û Davûtoglû erênî nêz dibin. Wisa difikirim ku ew jî dê li dij dernekevin. Lewma divê AKP jî demek beriya demekî nêrîna xwe parve bike. Girîng e ku hêj sala qanûndanînê bi dawî nebûyî were avakirin. Meclis heta 15’ê Tîrmehê dixebite. Avakirina komîsyonê ya heta wê demê û destpêkirina xebatan a bi giştî dê bandoreke erênî li pêvajoyê bike. Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokratîkbûnê heye. Gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tên avêtin her wiha dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bin. Di mijara demokratîkbûnê de divê tu cihêkarî neyên kirin û pêdivî bi sererastkirinên astengiya li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd digirin heye.”