Hediye Yûsif: Divê maf bi destûra bingehîn bên mayîndekirin

  • 09:02 23 Sibat 2026
  • Rojane

  

Derya Ren
 
RIHA - Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Hediye Yûsif der barê hevdîtinên entegrasyonê yên li Rojava didomin de axivî û got divê mafên gelê Kurd bi destûra bingehîn bên mayîndekirin û got: “Peymanek heye û divê dorpêça li ser Kobanê bê rakirin. Ger ev pêk neyê wê pêvajo xeter be.”
 
HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çileyê de êrîşê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Piştî êrîşan di navbera HSD û HTŞ’ê de di 30’yê Çileyê de agirbest hat îlankirin û peymana entegrasyona demokratîk hat îmzekirin. Tevî îmzekirina peymanê dorpêça Kobanê didome.
 
Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsif der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Pêşî li komkujiyan hat girtin’
 
Hediye Yûsif da zanîn ku li herêmê der barê sêyemîn şerê cîhanê de plan tên kirin kirin û wiha domand: “Li gorî plana tê kirin ev şer hatiye destpêkirin. Di çarçoveya vê planê de êrîşê herêmê kirin. Lê bi hewldanên Rêber Apo û bi têkoşîna gelê Kurd pêşî li komkujiyan hat girtin. Rawestandina şer bi vê pêk hat û bû wesîleya ku Kurd bikevin pergaleke nû ya parastinê. Niha agirbest heye. Di esasa xebatên entegrasyonê de niha hinek gav tên avêtin.”
 
‘Wê faliyet bên meşandin’
 
Hediye Yûsif daxuyakirin ku di esasa xebatên entegrasyonê de xebatan dimeşînin û di vê mijarê de jî wiha got: “Peyman hat îmzekirin û di çarçoveya entegrasyonê de niha hinek xebat tên meşandin. Ev peyman heta ku derê wê bidome an jî wê şerekî din hebe an na, ne diyar e. Lê hewldanên me ev e ku pêşî li şer bê girtin û ev  peyman ji bo gelê me bi fêde be. Em ê bi çarçoveya sazîbûna xwe ber bi pêşerojê ve derkevin ser rê. Saziyên civakî û rêxistin wê faliyetên xwe bi qanûnî bimeşînin. Xebatên ku wê bên kirin qanûn, nivîsandina destûreke bingehîn jî dihewîne. Şer tunebe wê ev rewş bidome. Divê mafê gelê Kurd di destûra bingehîn de mayîn de bin.”
 
‘Statu wê bê teyîdkirin’
 
Hediye Yûsif di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê tevlibûna komîteya nivîsandina destûra bingehîn pêk bê û teqez wê li ser mafên siyasî, çandî û perwerdehiyê ya Kurdan bisekinin û wiha domand: “Ez tevli konferansa Munîhê bûm. Gelek baş bû. Ji ber mafê Kurdan hat nîqaşkirin. Me bi gelek serokên dewletan re hevdîtin kir. Ev bi tena serê xwe statu ye. Qanûna parastina Kurdan jî wê vê statuyê teyîd bike.  Divê Kurd xweser bin û mafên wan bên parastin. Bêguman wê bandora vê mezin be. Bêguman yekitî gelek girîng e. Ligel vê wê berxwedan jî mezin bibe. Peyamenek heye û divê dorpêça Kobanê bê rakirin. Ev pêk neyê wê pêvajo bi xeter be.”