15'ê Cotmeha 2016'an: #Metoo bû tevger
- 11:16 15 Cotmeh 2020
- Di Dîrokê De Îro
Îro lîstîkvana şanoyê Alyssa Milano bi bangawaziya xwe ket rojeva cîhanê. Alyssa li ser hesabê xwe yê Twitterê bi navnîşana “#Metoo” bang li jinên ku bi tacizê re rûbirû mayî kir û xwest çîrokên xwe li ser vê hesabê bînin ziman. Bangewaziya veguherî kampanyayê û bû rojeva cîhanê.
Hin bûyerên ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
2012: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pergala hevserokatiyê esas girt û di 15'ê Cotmeha 2012'an de hat avakirin.
2015: Bi tevlîbûna 150 delegeyan li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê 2'yemîn Konferansa Rêxistina Jinan a Yekîtiya Star hat lidarxistin.
2015: Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê lîstîka şanoyê ya bi navê "Îşa" ya ku berxwedana jinên Kobanê vedibêje li kolanê hat pêşandan. Derhêneriya lîstîkê Fatih Badperva kir û ji hêla Koma Şanoyê ya Baranê ve hat lîstin.
2016: Navenda Piştewanî û Stargehên Jinan 19'emîn komxebata xwe bi tevlîbûna 21 saziyên jinan pêk hat û komxebat 3 rojan berdewam kir.
2017: Lîstîkvana şanoyê Alyssa Milano li ser hesabê xwe yê Twitterê bi navnîşana “#Metoo” bang li jinên ku bi tacizê re rûbirû mayî kir û xwest çîrokên xwe li ser vê hesabê bînin ziman. Bangewaziya Alyssayê her çar aliyê Swedê dengveda û gelek jin beşdar bû. Bangewazî veguherî kampanyayê û bû rojeva cîhanê.
2017: Kovara Raperî hejmara xwe 14'emîn derxist. Kovar li Girtîgeha Şakranê ji hêla girtiyên jin ve tê amadekirin û 3 mehan carek tê derxistin. Di vê hejmarê de berxwedana Kobanê hat vegotin.
2019: Xebata Booker ya Wêjeyê îsal dan Bernardîne Evarîsto yê. Bernardîne cara yekem di sala 1969'an de xelat girtibû û di dîrokê de cara yekem jineke reşikî û Îngilîzî xelatek girt.
2019: Endamên Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga kirin û xwestin şer bê rawestandin.