11'ê Mijdara 2017'an: TJK-E bi CPT'yê re hevdîtin kir
- 10:50 11 Mijdar 2020
- Di Dîrokê De Îro
TJK-E'yê, di 11'ê Mijdara 2017'an de bi daxwaza lêkolînkirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li cihê xwe bi CPT'yê re hevdîtin kir.
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
2010: Kolektîfa Femînîst a Stenbolê (ÎFK), di çarçoveya kampanyaya "Em li dijî cinayetên jinan serî hildidin" civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de filîmê kampanyayê hat nîşandan û daxuyanî hat xwendin.
2016: Ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve tevî MEYA-DER'ê 370 komele bi KHK'ê hat girtin.
2017: Bi daxwaza lêkolînkirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Strasbourgê ya Firansayê dest bi çalakiya nobetê kir. Di roja 19'emîn a nobetê de TJK-E bi Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) re hevdîtin kir.
2017: Pêşnûmeya zagonê ya "Rê li pêşiya zewaca zarokan vedike" û li Parlamentoya Iraqê hat pêşkeşkirin li Silêmanî bi civîna çapemeniyê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin.
2017: Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma "Ew ê azadî bi ser bikeve" mîtingh hat lidarxistin.