9'ê Hezîrana 2009'an: Ji DMME derbarê Nahîde Opuz de biryareke dîrokî
- 11:32 9 Hezîran 2021
- Di Dîrokê De Îro
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana Nahîde Opuz ya ku bi êrişê re rûbirû ma bû erê kir. 12 sal beriya niha Tirkiye bi dayîna tazmînatê hat cezakirin. Bi vê biryarê re cara yekem di doza şîdeta di nava malê de welatek hat bi cezakirin.
Nahîde Akgun di sala 1995'an de bi Huseyîn Opuz re zewicî. Piştî zewicî bi şîdetê re rûbirû ma. Nahîde derbarê şîdetê doz vekir lê ji ber kêmbûna delîlan Huseyîn serbest hat berdan. Nahîde di sala 2001'an de ji hêla Huseyîn ve hat birîndarkirin. Lê Huseyîn bi pere dayînê ji cezayê rizgar bû. Nahîde ji neçariyê bi 3 zarokên xwe ve ji Amedê berê xwe da Îzmîrê. Li Îzmîrê jî carek din bi êrîşa Huseyin ve rûbirû ma. Dayika Nahîde dema keça xwe parast ji hêla Huseyiîn ve hat qetilkirin. Huseyîn 15 sal ceza girt lê di sala 2008'an de serbest hat berdan.
Parêzera Nahîde Opuz, Meral Daniş Beştaş derbarê mijarê de serî li DMME da. Dadgehê biryar da ku Nahîde nehatiya parastin û cudakarî hatiye kirin, cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê birî.
1836: Bijîşka Îngilîzî Elîzabeth Garret Anderson îro hat dinê. Li Îngilistanê cara yemek jinek bû cerrah. Her wiha Elîzabeth bi têkoşîna xwe ya ji bo deng dayîna jinê jî tê nasîn. Elîzabeth bû hevkara avakirina nexweşxaneya yekem a jinan. Di fakulteya Tib a Îngîlizî de bû dekan, di lîjneya dibistanê de cih girt. Elizabeth û li Aldeburghê bû şaredar. Elîzabeth, di 17'ê kanûna 1917’an de jiyana xwe ji dest da.
1843: Bertha Von Suttner, jina yekem a aktîvîstiya aştiyê kiriye, bû sembola têkoşînê. Bertha, 178 sal beriya niha îro hat dinê. Li gorî malbata xwe hat mezinkirin. Perwerdeyeke baş girt, hînê çend zimanan bû û derbarê hunerê de jî xwe pêşve bir. Bertha her tim xeyal dikir ku bibe operavan. Di dema zarokatiyê de jî bi muzîkê re mijûl dibû. Cara yekem jinek Xeleta Aştiyê ya Nobelê girt û ev jî Bertha bû. Bertha her tim bangawaziya danîna çekan dikir.
1871: Wênekêşa Îngilîzî Anna Atkins di 16'ê adara 1799’an de hat dinê. Cara yekem kesekî wêneyan di pirtûkekî de kom kir. Li gorî hîn çavkaniyan Anna wênekêşa jin a yekem e. Anna, 150 sal beriya niha îro jiyana xwe ji dest da.
1927: Victoria Claflin Woodhull ji bo mafên deng dayîna jinan a li Amerîkayê di nava têkoşînê de bû. Victoria îro hat dinê. Victoria di sala 1872'yan de ji bo serokkomariyê bû namzet, cara yekem jinek bû namzet. Ji hêla dîroknas û nivîskaran ve gelek caran hat ziman. Ji ber ku ciwan bû û 35 salî nebû li dijî namzetiya wê derketin. Victoria, 94 sal beriyan niha jiyana xwe ji dest da.
2020: Şanoger Ayşegul Atîk 72 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Demek dirêj tedawiya penceşêrê didît. Li Bodrûma Tirkiyeyê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Ayşegul li Enqerê di sala 1948'an de hat dinê. Di nav gelek projeyên navdar de cih girt.