13’ê Hezîrana 2017’an: Yek ji femînîstên ewil yên Tirkiyeyê Şîrîn Tekelî jiyana xwe ji dest da.

  • 09:12 13 Hezîran 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Berhem, fikr û çîroka jiyana Şîrîn Tekelî ji bo jinan dibe çavkaniya îlhamê. Di dema ku gotina Feminîzmê nû nû li Tirkiyeyê dihat îfadekirin, wê bi xebatên xwe, bi werger û berhemên xwe tevgera femînîst xwedî kir û cesaret da bi sedan jinên ciwan. Piştre gelek berhemên akademîk, komele û civakên ku di damezrandina wan de cih girt, li pey xwe hişt. Şîrîn di salên ku di bin siya darbeyan de derbas bû de, wê temenê xwe da ser mijarên ku ji xwe re kir derd. Di heman demê de ji bo jinên Tirkiyeyê hêvî û îlhamek gelek mezin hişt.
 
Hinek geşedanên din yên îro derketine pêş:
 
1902: Dîroknasa matematîkê ya DYA’yî Carolyn Eîsele îro hatiye dinê.  Caroly ku di mijara xebatên Charles Sanders Peîrce de wek pispor tê zanîn, di qada matematîkê de li zanîngeha Colombîa lîsansa bilind Dike.  Lê zanîngehê nîşaneya doktorayê nedanê. Carolyn li ser vê perwerda xwe li zanîngeha Chîcago û Başûrê Kalîforniyayê berdwam kir. Beriya doktorayê bigire ji bo li bavê xwe binêre vegeriya malê. Li Koleja Hunter nêzî 50 salî mamostetiya matematîkê kir. Di 1965’an de bû profesor. Di 1972’an de teqawit bû. di 15’ê Çileyê 2000’î de jiyana xwe ji dest da.
 
1910: Mamosteya ingîlîzî û aktîvîst Constance Mary Whîtehouse îro jiyana xwe ji dest da. Mary ku li dijî lîberalîzm û çapemeniya îngîlîz kampanya meşand, damezrîner û seroka Komeleya Guhdarvan û Temaşevan a Neteweyî bû. Mary wek muhafazakarek sosyal a tûnd di dîrokê de cihê xwe girt. Mary di 23’ê Mijdara 2001’ê de jiyana xwe ji dest da.