Ji bo Abdullah Ocalan 6 meh qedexeya hevdîtina bi parêzeran re

  • 10:19 21 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 6 mehên din jî cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn. Buroya Hiqûqê ya Asrînê dê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.
 
Li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 26 sal in di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û li girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn. 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ku ji bo bi Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bînin serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yemîn a Bûrsayê dan, ji  diyar kirin ku di 6’ê Mijdarê de li muwekilê wan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê ya nû hatiye birîn. Der barê sedema qedexeyê de agahî ji parêzeran re nehat dayîn.
 
Îtîraza biryarê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ve hat redkirin. Parêzer dê li dijî biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.
 
Di 8 salan de 14 qedexeyên hevdîtina bi parêzeran re hat dayîn
 
Herî dawî di 3'ê Gulana 2024'an de ji bo Abdullah Ocalan 6 mehan hevdîtin bi parêzeran re hat qedexekirin. Her wiha îtiraza ji bo vê qedexeyê jî hat redkirin.
 
Qedexeya ku di dema Rewşa Awarte ya Tîrmeha 2016’an de hatibû ragihandin, heta Sibata 2018’an berdewam kir. Piştî vê dîrokê hevdîtina parêzeran êdî her carê 6 mehan hat qedexekirin. Bi biryara dawî ya qedexeyê re, di nava 8 salên dawî de herî kêm 14 caran hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin.
 
Hevdîtinên malbatê jî bi heman biryarên qedexekirinê tên astengkirin.