Li Kanadayê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
- 10:20 11 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Torontoyê ku yek ji bajarên herî mezin ên Kanadayê ye, bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan.
Xwepêşandêr li kolana Bloor-Yonge ya navenda Torontoyê li hev kom bûn û daxwazên xwe yên aştî, azadî, edalet û demokrasiyê bi dengekî bilind anîn ziman. Beşdarên ku bi posterên Rêber Apo û pankartên "Ji Rêber Apo re azadî" meşiyan, diyar kirin ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hêviya gelê Kurd a aştî û azadiyê gelekî girîng e.
Ciwan bi cil û bergên xwe yên gerîla û neteweyî beşdarî çalakiyê bûn.
Girseya ku bi sedan dowîz û pankartên ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser bûn hilgirtin, li ber stranan govend gerandin.
Di çalakiyê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan hate vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Duh Mandela îro Ocalan", "Ji Ocalan re azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana gerîla", "Jin. Jiyan azadî" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de bi hezaran belavokên li ser pêwîstiya azadiya Abdullah Ocalan ji bo Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk, pirsgirêka Kurd û aştiya Rojhilata Navîn hatin belavkirin.
Piştre bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, mîtîng destpê kir.
Di çalakiyê de hevserokên Komeleya Kurd a Kanadayê axivîn û diyar kirin ku divê dawî li esareta Rêber Apo were.
Xwepêşanderan diyar kirin ku divê civaka navneteweyî di vê mijarê de zêdetir berpirsyariyê bigire ser xwe û bang li Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Kanadayê kirin ku êdî Abdullah Ocalan azad bibe.
Çalaki bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.