Her roj bi gopalan tevlî nobedê dibe

  • 10:47 23 Kanûn 2024
  • Rojane
 
Neslîhan Kardaş 
 
MÊRDÎN- Dayika Aştiyê Ferîha Akbulut her roj bi gopalê xwe berê xwe dide nobeta ku li sînorê Qamişlo pêk tê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Tevî ku beriya niha ez emeliyat bûm jî, ez bi gopalên xwe beşdarî nobedê dibim."
 
Çalakiya nobedê ya ku di 13’yê Kanûnê de li ser sînorê Qamişlo yê Nisêbînê, têkildarî êrişên dewleta Tirk û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kiribû, bê navber didome. Ji êrİşên ku didomin herî zêde jin û zarok mexdûr dibin û jiyana xwe ji dest didin. Di 19’ê Kanûnê de 2 xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrişên hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Çalakiya nobedê ya ku her roj bi piştevanên ji bajar û navçeyên derdorê tên, gelek jin cih digirin. Yek ji kesayetên herî balkêş ku her roj bê navber nobedê digire jî Dayika Aştiyê Ferîha Akbulut e.
 
Ferîha Akbulut a 66 salî Dayika Aştiyê û jineke ku piraniya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiriye. Ferîha Akbulut çîroka jiyan û têkoşîna xwe ji ajansa me re vegot.
 
Ji ber cilên kes, sor û zer hat girtin 
 
Ferîha Akbulut di destpêka axaftina xwe de sersaxî da Çapemeniya Azad, diyar kir ku bêyî ku hevjinê xwe bibîne di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin. Ferîha Akbulut a ku di temenê xwe yê biçûk de zewicîbû, diyar dike ku di ciwaniya xwe de gelek zehmetiyên aborî jiyaye û ji ber vê yekê rastî her cure zehmetiyan hatiye. Ferîha Akbulut a ku di salên 90'î de têkoşînê nasdike û wiha bi lêv kir: "Cilê min ê kesk, sor û zer hebû. Min dîsa di Newrozê de li xwe kir. Di Newrozê de xwestin ez cilûbergê xwe derxim lê ze li dijî vê yekê derketim û derbarê min de doz hat vekirin. Ez 2 meh û nîv li girtîgeha Mêrdînê mam. Wê demê 8 zarokên min hebûn. Malbata min dihatin girtîgehê serdana min û digotin zarokên tê hene."
 
Sê caran ket girtîgehê
 
Ferîha Akbulut, wiha bal kişand ser helwesta hevjinê xwe: "Hişmendî û helwesta hevjinê min li hemberî min pir baş bû. Her tim piştgirî da min. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim, tevlî xebatên Komeleya Alîkariya bi Girtî û Malbatên Girtiyan re bûm. Sê sal û nîv li wir xebitim. Pişt re ji 2 sal û nîv jî di nava Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de min cih girt. Di vê pêvajoyê de ji ber çûyîna Amara ya cihê jidayikbûna Birêz Abdullah Ocalan ez jî hatim cezakirin. Wê demê ez hefteyekê di girtîgeha Rihayê de mam. Piştre ez şandim Amedê. Ez li wir 20 rojan di girtîgehê de mam. Dema ji min re gotin ji ber ku ez demeke kin mam hatim tehliyekirin, ji min re pir zehmet bû û ez giriyam. Dema dozger ji min pirsî ka ez ji bo çi çûme Amarayê, min got em ji bo rojbûna Birêz Abdullah Ocalan çûm. Wê demê min kincên kest, sor zer li xwe kiribûn û digotin ev cil qedexe ne. Dema ez ji girtîgehê derketim ez gelekî giriyam, ji ber ku min hevalên xwe li wir hişt. Di sala 2010 de carekt din ceza li min hat birîn ez 7 meh û nîv di girtîgehê de mam. Dema ku ez di girtîgehê de bûm der barê min de 15 dosyayên cuda hatin vekirin. Piştre ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ez ji girtîgehê derketim."
 
 
Ligel nexweşiyên heyî di nav têkoşînê de ne 
 
Piştî ku Ferîha Akbulut ji girtîgehê derket ji her du çîpê xwe 4 caran emeliyat bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di her du çîpê min de platîn heye. Riska ku ez felç bibim heye û ji ber vê ez nikarin emeliyeta fitik a pişt bibim. Her wiha ez ji serê xwe ji ber tumor hebû emeliyeta bûm. Dîsa ji ber fitiqê ez ji zikê xwe emeliyat bûm. Ligel wan pirsgirêkên tenduristiyê ez radibim ser xwe û têdikoşim."
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Ferîha Akbulut, diyar kir ku dema ji mala xwe derdikeve rîska girtin û kuştinê heye û diyar kir ku ew ji tiştekî natirsin. Ferîha Akbulut wiha got: “Niha ez ji Xwedê pê ve ji tu kesî natirsim. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ya ku niha girîng e ev e; Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez ê heta dawiyê bi canê xwe têbikoşim. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî ez ji rêya xwe venagerim. Di nav zarokên min de şehîd nînin, lê hemû şehîd şehîdên min in."
 
'Dilê me dişewite'
 
Di dawiyê de Ferîha Akbulut bal kişand ser armanca çalakiya nobetê û destnîşan kir ku mafê ti kesî nîne ku mudaxeleyê li Rojava bike û got: “Hemû axa li wir bi xwîn û têkoşîna ciwanan hat bidestxistin. Mafê tu kesî nîne ku ji bo berjewendiya xwe carek din şerê wan bike. Li wir hê jî neheqî, zilm û şer heye. Tiştekî ku em niha ji bo wan bikin tune. Ji bo vê jî ji roja ku nobedê dest pê kiriye em li vir in û heta dawiyê em ê li vir bimînin. Em li dijî zilma li vir tê kirin serî hildidin. Ji ber ku em çalakiya xwe didomînin wijdanê me paqij e. Dema em li malê rûdinin û wijdanê me ne rehet e. Mînaka vê jî şehadeta du hevalên me yên çapemeniya azad e. Dilê me bi wan diêşe. Weke dayik em naxwazin tu dayik hêsiran bibarîne. Lewma banga min ji hemû kesên xwedî wijdan re ew e ku ji bo Rojava bêdeng nemînin. Em dixwazin her kesî li vir bibînin. Bila edalet pêk were. Werin em li ser masê rûnin, lê bi pênûsan, ne bi çekan. Li cihê ku xwîn tê rijandin şer bi dawî nabe. Em wek dayik şer naxwazin.”