Li Rojhilata Navîn zarokbûn… (7)

  • 09:06 21 Nîsan 2024
  • Dosya
 
Di şerê Îsraîl û Fîlîstînê de 13 hezar zarok hatin qetilkirin 
 
Derya Ceylan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 6 mehên dawî de şerê Israîl-Fîlîstînê giran bû û  ji 13 hezarî zêdetir zarokî jiyana xwe ji dest da. Bangên rêxistinên maf yên navneteweyî yên ji bo bidawîbûna şer kêm man û di vê pêvajoyê de li ber çavên cîhanê zarok hatin qetilkirin, civaka navneteweyî bêde ma.
 
Şerê di navbera Fîlîstîn û Israîlê de, pirsgirêka herî tevlihev û demdirêj ya herêmê û cîhanê ye. Israîlê di 1948’an de serbixwebûna xwe îlan kir û pevçûna Israîl- Fîlîstînê destpê kir. Ev pevçûn xwe dispêre têkoşîna axê ya navbera du gelan de. Ev pevçûn nav demê de veguherî şer, serhildan û hevdîtinên aştiyê. Di roja îro de mijarên statu û elwehiya Kudusê hene.
 
Li gorî rapora ku Fona Alîkariya Zarokan (UNICEF) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) weşandiye di êrişên Israîlê yên li hember Gazzeye de ji 7’ê cotmeha 2023’yan het aniha 32 hezar sîvîlî jiyana xwe ji dest daye û 13 hezar jî ji van zarok in. 2.3 mîlyon kesî ji ber êrişan malên xwe terk kirin. NY diyar dike ku ji sê zarokî yek li Gazzeyê baş xwedî nabin.
 
Rola civaka navneteweyî
 
Civaka navneteweyî ji bo bidawîbûna şer û parastina zarokan rol bigire ser xwe jî di vê mijarê detu pêşketin çênebû. NY û saziyên navneteweyî di mijara parastina zarokan de bang bikin jî her tişt di gotinê de ma. 
 
Mijara divê lezgîn bê çareserkirin
 
Rêxistinên maf yên navneteweyî dyar dikin ku pevçûna Israîl- Fîlîstînê mijarek divê lezgîn bê çareserkirinê û dibêjin divê şer bidawî be û aştiyeke mayîn de bê. 
 
Ji şerê li Fîlîstînê tê jiyîn wêdetir, li gorî raporên NY û rêxistinên maf li hember zarokan gelek binpêkirinên maf tên jiyîn.
 
Ji van binpêkirinan hinek wihane:
 
“* Binpêkirina mafê perwerdê: Ji ber şertên şer û pevçûnan gelek dibistan wêran bûn. Zarok ji perwerdê bêpar man. Xwegîhandina metaryalên perwerdê zehmet bûne. Ji ber pevçûnan neçar ma ku navber ji bo perwerdê bê dayîn.
 
* Binpêkirina mafê tenduristiyê: Ji ber qelsiya alaxên tibî, xwegîhandina xizmetên tenduristiyê, di mafê zarokan de binpêkirin dertê holê. Di şertên şer de xwegîhandina xizmetên tenduristiyê zehmet dibin. Ev jî herî zêde bandor li ser zarokan dike.
 
* Binpêkirina mafê ewlehî û parastinê: di pevçûnan de raste rast zarok hedef tên girtin . Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi awayekî kêfî zarok tên  binçavikrin û tundî lê tên kirin.
 
* Binpêkirina psîkolojîk û civakî: “Şer û pevçûn, bandorek mezin li ser psîkolojî û pêşketina civakî ya zarokan dike. Travma, windabûn û tehdîda li ser jiyana zarokan bandorek mezin li ser tenduristiya zarokan dike.”
 
Gavên mayînde
 
Rêxistinên maf li dijî binpêkirina mafên zarokan û pêşîgirtina binpêkirinan banga gavên cidî dikin. 
 
Di sala dawî de êrîşên Israîlê ya li hember Fîlîstanê bandorek mezin li ser mirovên herêmê kir.
 
Hinek bandor wiha ne:
 
“* Windahiyên sivîl û birîndarî: Êriş bûn sedema mirin û birîndariyên sivîl. Windahiyên sivîl bûn çavkaniya fikarek mezin û hewcedariyên mirovahî zêde kir.
 
*Penaberî û warê xwe bûyîn: Bi hezaran kes ji ber şer neçar man malên xwe terk bikin, warên xwe terk bikin. Kesên koçber bûn û li welatên cuda bicih bûndi şertên giran de dijîn.
 
*Xwegîhandina xizmetên perwerde û tenduristiyê: Bi êrîşan re xwegîhandina xizmeta tenduristî û perwerdê zehmet bûn. Dibsitan û nexweşxaneyan zirarek mezin dîtin."
 
Encamên şer wiha ne:
 
“ *Rewşa ewlehiyê: Êrişan bixwe re pisgirêka ewlehiya herêmê hîn girantir kir. Aloziya navbera komên Fîlîstîn û  Israîlê bû sedema bê îstîkrariyê.
 
* Têkiliyên navbera Israîl û cîhana ereb de: Êrîşan  di salên dawî de zirar da têkiliyên navbera welatên Ereb û Israîlê.
 
* Dînamîkên nav Fîlîstînê: Êrişan bandor li dînamîkên civakî û siyasî yên nav Fîlîstînê kir."
 
Bandora êrişan a li ser aborî û civakî:
 
“* Zirara aborî: Hawira pevçûnê ya demdirêj zirarek cidî da aboriya Fîlîstînê. Sektora çandinî, sanayî û ximzetê bi bandor bû. Betalî zêde bû.
 
* Xerabûna civakî: Ji ber şerê tê jiyîn dibe ku rê li ber pirsgirêkên psîkolojîk û civakî vebibe."
 
Têkiliyên navneteweyî û dîplomasî
 
Êrişên li hember Fîlîstînê bandorek mezin li ser qada têkiliyên derve û dîplomasiyê jî dike. Ligel NY û saziyên navneteweyî, bertekên cuda navbera hêzên herêmî û mezin de tê dîtin. 
 
Bang
 
* Lijneya Giştî ya NY û Konseya Ewlehiyê, ji bo pevçûna Israîl- Fîlîstînê civîn pêk anîn û bana îtîdalkirinê li aliyan kir. 
 
* Ofîsa  Kordînasyona Karê Mirovahî ya NY’ê(OCHA) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO9 balkişand ser xerabûna rewşa mirovahî û banga alîkariya mirovahî kir.
 
* Yekitiya Ewropaji bo pêşîgirtina windahiyên sivîl girîngiya hiqûqî ya navneteyî tîne ziman.
 
* Yekitiya Ewropayê û Teşkîlata Hevkariya Îslamî çalakiyên Israîlê şermezar kir û piştgiriya ji bo gelê Fîlîstînê îfade kir.
 
DYA û hêzên din
 
DYA ligel piştgiriya mafê parastinê ya Israîlê, li ser girîngiya îstîkrara herêmê disekine û banga çareseriyê dike.
 
Rêxistinê civaka sivîl û navneteweyî
 
Rêxistinên mafê mirovan: rêxistinên mafê mirovan yên wekê Human Rights Watch, Amnesty International bal dikşîninser binpêkirina mafna û banga lêpirsînê dike.
 
Saziyên alîkariyê: Xaça Sor a Navneteweyî, MSF (Doctors Without Borders) ji bo alîgriyên lezgîn biçin herêmê banga piştgiriyê kir.
 
Her wiha ji bo şatiyeke mayînde daxwaza gavên şênber tên kirin û banga çalakiyên bi bandor yên qada navneteweyî tê kirin.