Li Şengalê gorek din a bi kom hat dîtin

  • 13:05 19 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sîba Şêx Xidir a Şengalê piştî duristkirina rê karkeran goreke din a komî dîtin. Heta niha nayê zanîn bê hestiyê çend kesan di wê gora komî de hene.
 
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê komkujiyeke mezin li Şengalê kirin û bi dehan gorên komî li pey xwe hiştin. Hîn jî çarenûsa bi hezaran êzidiyan ne diyar e.
 
Piştî zêdebûna vegera Şengaliyên koçberbûyî ya li cih û warê xwe, hikumeta Iraqê jî dest bi çêkirina rêyên li herêmê kir.
 
Îro li Komelgeha Sîba Şêx Xidir a li başûrê çiyayê Şengalê rê dihate sererastkirin. Karkerên ku rê çêdikirin goreke bi kom dîtin. Nayê zanîn bê hestiyê çend kesan di wê gorê de hene.
 
Bi vî rengî hejmara gorên komî yên li Şengalê bû 93 ku bi dehan kes di wan goran de hatine veşartin. Heta niha tenê 55 gorên komî hatine vekirin, ku 38 gor jî hîn mane.