Bi nasnameya xwe ya kurd û jinbûnê li qadan e

  • 09:03 25 Nîsan 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Lîstikvana Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê Ebru Dolu diyar kir ku dema nû dest bi futbolê kiriye, ji aliyê derdorê ve pirsgirêk jiyaye û got bi taybetî lîstîkvanên futbolê yên jin ên kurd hîn bêtir bi pirsgirêkan re tên rû hev.
 
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedê Sporê roj bi roj eleqeyê dikşîne ser xwe. Lîstîkvanên futbolê yên jin, nêrîna ‘futbol lîstîka mêran e’ şikand û ji jinan re bûn îlham. Lîstîkvana Tîma Futbolê ya Jinan a Amed sporê Ebru Dolu li Erxenî a Amedê tê dinê. 11 salî dest bi sporê dike. Di lîseyê de ji aliyê mamosteyê perwerda beden ve tê kîfşkirin û berê wê dide kulubên futbolê. Ewil di Tîma Futbolê ya Jinan a Erxengî de derdikeve sahayê û piştre dikeve Tîma Futbolê ya Jinan a Amed Sporê. Ebruyê li Zanîngeha Dîcleyê jî Mamostetiya Perwerda Beden temam kiriye û niha li Zanîngeha Çewlîkê lîsansa bilind dixwîne.
 
Ebru der barê armanca Amed Sporê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Ebruyê behsa pêvajoya destpêkirina futbolê kir û got: “Mamosteyê min yê perwerda bedenê berê min da vê sporê. Min di pola 11’an de dest bi sporê kir. Min berê jî li kolanan futbol û basketbol dilîst. Mamosteyê min piştre performansa min dît. Ez teşwîq kirim. Bi saya wî derbasî futbolê bûm. Ewil di tîma Erganiyê de piştre di ya Amedê de min cih girt. Ez sezonekê di tîma Îzmîrê de bûm.”
 
Li dijî bertekan serî hilda
 
Ebruyê wiha dirêjî dayê: “Dema nû min biryar da bikevim futbolê malbatê û yên derdorê bertek nîşan dan. Lê min qebûl nekir û serîhilda. Min got ez ê bibim lîstîkvana futbolê ya bi lînsans. Min gelek zehmetî kişandin. Dê û bavê min destûr neda. Min ev qebûl nekir. Wan jî nava demê de titşek negotin. Min fikrên wan şikandin.”
 
‘Em hêza jinê derdixin pêş’
 
Ebruyê têkiliyên xwe yên bi lîstîkvanên futbolê yên jin ên biyanî re jî wiha anî ziman: “Ewil me wek tirk didîtin. Em dibêjin em kurd in û em dixwazin bi nasnameya xwe ya kurd derkevin pêş. Ji destpêka sezonê ji welatên cuda lîstikvan tên vir. Jin li her derê zehmetiyan dikşînin. Ji ber vê em hewl didin bibin yek. Em hewl didin piştevaniya xwe derxin derveyê sahayê jî. Lê me got em kurd in. Ew jî êdî dibêjin kurd in. Ev gavek girîng e.  Bila jin bi hêza xwe bawer bin. Bila dest ji hewldanên xwe bernedin. Jin dikarin zîhniyeta serdest hilweşînin. Ne tenê ji bo futbolê ji bo her qadê dibêjim. Bila hêza xwe bizanbin. Ez hêza xwe ji dayikên laçik spî digirim.”