38 meh in ji Îmraliyê agahî nayê girtin!

  • 11:56 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê girtî ye 38 meh in tu agahî nayê girtin, ji serêdanên malbat û parêzerên wî yên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv dîmînin.
 
Tecrîda Mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ket meha 38'an. Di sala 2019’an de parêzeran 5 caran hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk anîn. Hevdîtina dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de bû.
 
Abdullah Ocalan herî dawî di 3'yê adara 2020'an de rû bi rû hevdîtin bi malbata xwe re pêk anî. Piştî vê serlêdanên hevdîtinan hatin stengkirin. Herî dawî jî Ocalan di 25'ê adara 2021'ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî ku ev hevdîtin jî di nîvî de hatibû qutkirin. Piştî vê hevdîtinê heya niha tu agahî ji Ocalan nayê girtin. 
 
Ev rewşa bêpêwendiyê, di lîteratura hiqûqa navneteweyî de wekî “incommunicado" tê binavkirin.
 
Serlêdan bê encam dimînin
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê her hefte ji bo hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dikin. Ji 25'ê Adara 2021'ê vir ve, 375 serlêdanên parêzeran û 165 serlêdanên malbatê hatine kirin. Lê belê hemû serlêdan an bê encam mane yan jî di bin navê "dîsîplînê" de ku sedema wê nayê diyarkirin, hatin redkirin. 
 
Çalakiyên girtiyêna ên li dijî tecrîdê didomin
 
Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome, lê li gel vê kurd û dostên wan jî di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" dest bi kampanyayeke navneteweyî kirin. Di vê çarçoveyê de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Girtiyan ji 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê ve, çalakiya xwe ber bi asteke din ve birin. Girtiyan greva birçîbûnê bi dawî kirin û dest bi boykotkirina dadgehan, hevdîtinê bi malbatê û hevdîtinê bi rêya telefonê kirin. Çalakî li hemû girtîgehan didome.
 
Çalakiyên Nobeda Edaletê yên ji aliyê xizmên girtiyan ve li gelek bajaran hatibûn destpêkirin jî bi dawî bûn. Lê tê payîn ku ev çalakî di rojên pêş de bi awayekî din berdewam bikin.
 
Ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan vê mehê gelek çalakî hatin lidarxistin. Bi boneya 4’ê Nîsanê, 75’emîn rojbûna Ocalan, li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve" meşek hat lidarxistin. Di heman hefteyê de li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, 75 şitil hatin danîn.
 
Jinan bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di 4'ê Nîsanê de li gelek deverên Ewropayê çalakiya bi navê "Hezar jin, yek deng" dan destpêkirin. Jinan di vê çarçoveyê de vîdeoyên der barê fikirên Abdullah Ocalan de ku çawa bandor li jiyana wan kiriye kişandin û di 19'ê Nîsanê de kampanyaya nameşandnê dan destpêkirin. Name wê ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re bên şandin û wê 4 mehan bidome. 
 
Li Ewropayê çalakî
 
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), saziyên demokratîk ên li Ewropayê, komên enternasyonalîst û navên navdar jî di nav de bi beşdariya 3 hezar kesî li ber CPT û Konseya Ewropayê (KE) li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 5 rojan çalakiya rûniştê hat lidarxistin.
 
Bi CPT'ê re hevdîtin
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Ozgur Faîk Erol di 18’ê Nîsanê de bi rayedarên CPT’ê re hevdîtin pêk anîn.