Ji bo pirtûka ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ biryara komkirinê hat dayîn

  • 16:39 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Ji bo pirtûka siyasetmedara kurd a girtî Gultan Kişanak a “Rengê Mor ê Siyaseta Kurd” biryara komkirinê hate dayîn. 
 
2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Îzmîrê di çarçoveya qanûna hejmar 2022/9865’ê de ji bo pirtûka Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak a “Rengê Mor ê Siyaseta Kurd” biryara qedexeyê da û biryar da ku li tevahiya welat bê komkirin.