Li Stenbolê li rezîdansê jinek hat qetilkirin

  • 18:31 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Li Kartal a Stenbolê li rezîdansekê mêrê bi navê Omer Oktem jina bi navê Selîn Yalin bi çekê qetil kir.
 
Li navçeya Kartal a Stnebolê li rezîansekê mêrê bi navê Omer Oktem, Selîn Yalin ku demek ku pê re dijiya bi çekê qetil kir. Gumanbar piştre li malbata Selînê geriya û got Selînê întîxar kiriye.
 
Malbatê agahî da polîsan û polîsên hatin cihê bûyerê Selîn mirî dîtin. Polîsan gumanbar jî binçav kir.