Nûçegîhana me Rozerîn Gultekin beraet kir

  • 14:22 18 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
BÛRSA - Nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn dema li Bûrsayê nûçe dişopand hatibû binçavkirin û doz lê hatibû vekirin. Rozerîn a bi îdiaya “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” dihate darizandin beraet kir. 
 
Sazî û dezgehên kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, bê rakirin di 12’ê Hezîranê de meş li dar xistibûn. Nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn ku li Bûrsayê, meş dişopand hatibû binçavkirin û derbarê wê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê ku bi îdiaya “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” hatiye vekirin li 18’emîn Dadgeha Cezayê ya Asliye ya Bûrsayê hate lidarxistin. Rozerîn û parêzerên wê tev li danişînê nebûn. 
 
Dozger di mutalaya xwe de derbarê Rozerîn de bi heman îdiayê daxwaza ceza kir. Şandeya dadgehê ku pişt re biryara xwe aşkere kir, bi hinceta sûcên ku Rozerîn pê tê sûcdarkirin ne sûc in biryara beraetê da.