Li Colemêrgê berf dibare

  • 13:15 22 Kanûn 2023
  • Jiyan
 
COLEMÊRG - Li Colemêrg û navçeyên wê berf dibare û rêyên 22 gund û mezrayan hatin girtin. 
 
Ji saetên serê sibehê ve li Colemêrg û navçeyên wê bênavber berf dibare. Piştî barîna berfê, mijê navenda bajar û navçeya Geverê girt. Li navenda Geverê nêzî 5 cm’an berf bariya û li deverên bilind jî qederê 30 santîmetreyan berf ketiye. Ji ber berfê, li seranserî bajar rêyên 9 gund û 13 gundik jî di nav de bi giştî 22 jîngehan hatin girtin. 
 
Ji ber berfa dibare, ajokar kêliyên zehmet dikêşin. Li Taxa Esenyurt a Geverê li ser rêya Pîzok TOKÎ’yê wesayîtek kete qenala avê.