Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 86’emîn ye

  • 20:45 24 Nîsan 2024
  • Rojane
ENQERE - Emîne Şenyaşar ku derdora wê bi barîkatên polîsan hat dorpêçkirin, got: "Di bin vê zilmê de bimînin." 
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê de hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterên AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 86’emîn de didome. Emîne Şenyaşar nobeta xwe bi kurê xwe yê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar re domand. 
 
Beriya Nobeda Edaleytê, ber Wezareta Dadê ji aliyê polîsan ve hat girtin. Polîsan nehişt rojnamevan dîmenan bigirin. Emîne Şenyşar jî ku çû ber wezaretê got: "Ma ev e edalet?" Emîneyê li pişt barîkatan got: "Kurê min kuştin, malbata min kuştin. Di bin vê zilmê de bimînin. Ez heqê xwe helal nakim." 
 
Çalakiya rûniştinê ya Sevînç Çakar a kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatiye girtin û bi Emîne Şenyaşarê re rûdine, di roja 11’emîn de berdewam kir.