MKG: Divê rojnamegerên hatin girtin bên berdan

  • 15:37 27 Nîsan 2024
  • Rojane
AMED - MKG, derbarê girtina 3 rojnamegeran de daxuyaniyek da û banga serbestberdana rojnamegeran kir.
 
Rojnamevanên ku di 23'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin, bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û xebatlarê Çapemeniya Azad Erdogan Alayûmat hatin girtin. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), derbarê girtina rojnamegeran de daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat, di 23'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin, ji ber xebatên rojnamegeriyê duh hatin girtin. Em dixwazin diyar bikin ku ev pêkanînên li hemberî rojnamegerên jin û kedkarên çapemeniyê, kevirên bingehîn ên azadiya ramanê dihejîne.
 
Rojnamegerî erkek giştî ye û rojnamevan jî mafê civakê yê agahdarkirinê diparêze. Girtina hevalên me yên rojnameger Esra, Mehmet û Erdogan delîla herî berbiçav e ku zextên li ser Çapemeniya Azad nîşan dide. Divê girtina hevrêyên me weke êrişa li dijî azadiya çapemeniyê bê nirxandin. Em dixwazin hemû rojnamegerên girtî tevî 3 rojnamegerên ku duh hatin girtin demildest bên berdan.
 
Her wiha em bang li saziyên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên demokratîk dikin ku li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin Çapemeniya Azad.
 
Bi girtinan hewl tê dayin ku rojnameger li pey rastiyê nebin. Em jî weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) em ê ji bo azadiya çapemeniyê li cem hevrêyên xwe bin û têkoşîna xwe bidomînin.
 
Rojnamegerî ne sûc e!"