19'ê Nîsana 2016'an: Remziye Bor ji aliyê polîsan ve hat gulebarankirin

  • 09:01 19 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li taxa Hacibekir a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di 19'ê nîsana 2016'an de polîsan avêtibû ser mala malbata Remziye Bor. Li malê Remziye Bor a ducanî (7 meh û nîv) bi giranî birîndar kiribûn û di 17'ê gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Di 2'yê kanûna 2016'an de jî derbarê Remziye û hevjînê wê Îrfan Bor de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hatibû amadekirin û li hevjînê wê Îrfan Bor 7 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Heya niha kiryarek jî nehatiye darizandin.
 
Malbata Remziyeyê jî di 6'ê sibata 2017'an de bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê polîsan kiribû. Piştî ku guh li giliya wan nehatibû kirin vê carê parêzeran di sala 2019'an de li aqûbeta serlêdana xwe pirsîbûn, lê belê ji wan re hatibû gotin ku ewraqên wan winda bûne. 
 
Vê carê jî parêzeran di 22'yê tebaxa 2019'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabûn. Dozgeriyê di kanûna 2020'an de derbarê lêpirsînê de biryara "neşopandibê" dabû. Piştî vê biryarê parêzeran serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Wanê dabû. Dadgeriyê jî di 8'ê sibata 2021'ê de îtiraza wan red kiribû. Piştî vê parêzeran bi hinceta "binpêkirina mafê jiyanê" û "darizandineke adil" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1831: Edîtor, wergervan û nivîskara DYA'yî Mary Louîse Booth, îro ji dayik bûye. Mary a ku li atoyeyên tekstîlê xebitiye bi şev jî nivîsiye û bi nivîskên xwe hêz daye kovar û rojnameyan. 
 
1872: Alîce Salomon a ku reformîsteke Elman e, îro ji dayik bûye.  Alîce ya ku di warê xizmetên civakî de gelek xebat kiriye ji bo bibîranîna wê pulên posteyê di sala 1989'an de hatine çapkirin û navê wê li zanîngeheke li Berlînê hatiye kirin. 
 
1894: Elizabeth Eloise Kirkpatrick Dilling a ji Emerîkayê ji dayik bû. Rexneyên xwe bi awayekî zelal dikir. Xwediyê berhemên hêja ye. 
 
1946: Yek ji pêşengên tevgera feminist û nivîskar Duygu Asena di 1946'an de îro ji dayik bûye. Duygu têkoşîna xwe ya feminist li pirtûkên xwe yên nivîsandin nexş kiriye. Duygu di hemû nivîsên xwe de banga têkoşînê li jinan kiriye.
 
2011: Lîstikvana Ingilîz Elîsabeth Clara Heathe- Sladen, bi filmê bi navê Doctor Who hat naskirin. Elîsabeth a ku ji zarokatiya xwe de bi bale û şanoyê mijûl bûye rêvebertiya dikê jî kiriye. Elîsabeth, di 2010'an de îro ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest daye. 
 
2019: Tevî parlamenterên HDP'ê gelek jinan li Kolana Îstiklalê ji bo balê bikşînin ser kesên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê zincîr ava kirin.