Yên ji Fîlîstînê re digirîn ‘Sûriyeyiyan’ qebûl nakin

  • 09:02 25 Sibat 2024
  • Medya Kritîk
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Lingê çapemeniyê yên polîtîkayên şer hûr bi hûr pêk tên. Ji bo kesên li Fîlîstînê jiyana xwe ji dest didin çalakiyên protestoyî pêk tên lê penaberên Sûriyeyê yên ji ber şer li Tirkiyeyê bicih bûne tên qewirandin. Bi nakokiya di çapemeniya civakî de her diçe mezin dibe, nîjadperestî jî mezin dibe.
 
Dema şer tê gotin Rojhilata Navîn tê hişê mirovan. Rojhilata Navîn ku her demê bûye hedefa desthilatdariyan, ji şer, qirkirin û komkujiyan re bûye cih û di sedsala 21’ê de jî tê hedefgirtin. Şerê li Rojhilata Navîn hema hema jiyanê tune dike. Aliyên ku dibêjin em ji derveyê vî şerî ne’ rewşê çawa şîrove dikin? Penaberên ji şer direvin û li welatên din bicih dibin, li welatên din bi pêkanînên cuda re tên rû hev. 
 
Xwegîhandina van pratîkên şênber ne zehmet e.  Di çapemenî û çapemeniya civakî ku bûye hêza yekemîn a cîhanê, şer û kesên ji şer direvin çawa tên dîtin, nêzîkatiyek çawa tê nîşandan?
 
Nêzîkatiyên nîjadperest
 
Li Sûriyeyê di 2011’ê de ji ber şerê hat jiyîn bi hezaran Kurd, Erebî axa xwe terk kirin. Di serî de Tirkiye, koçî welatên cîran an jî Ewropa, Amerîkayê kirin. Lê mijara penaberan ya bi Sûriyeyiyan hat rojevê veguherî pirsgirêka nefret û nîjadperestiyê. Bi taybet li Tirkiyeyê bi gotinên ‘em ji nanê xwe bûn’, ‘vegerin çola xwe’, ‘hûn ji kîjan sergoyî hatine biçin wir’, ‘li şûna welat biparêzin hatin vir’ nîjadperestî û nefret li ser platformên çapemeniya civakî ji xwe re qada propagandayê ava kirin.
 
Nêzîkatiyên newekhev
 
Çapemeniya dijital ku di her qada jiyanê de bandora li girseyan dike tevgerê, bi taybet wek alavên îdeolojîk yên desthilatdariyê newekheviyê dike û ji aliyê çapemeniya alîgir ve jî ji bo nefreta li hember penaberan bê mezinkirin tê bikaranîn. Sernavên cudakariyê ku derxistin manşetan, bi gotinên tên hilbijartin girseyan berbi nefretê ve dibin. Bêguman nefret tenê li ser nasnameya ‘penabertiyê’ nasekine. Bi gotinên weke  ‘axa xwe berdane û reviyane’ nêzî Sûriyeyiyan dibin û bi gotinên weke ‘ew mîvanên me ne’ nêzî Ukrayniyan dibin. Ev jî nîşan dide mijar ne penaberî, nasname ye.
 
Bandorên ku girseyan ber bi nefretê dibin çi ne?
 
Di çapemeniya dîjîtal de fenomenên ku ji ser operaysonên nêrînê eleqeyê dikşînin ser xwe hene. Bi gotinên îronîk girseyekê ava dikin û pratîkên ku hestên nefreta wan girseyan mezin dikin nîşan didin. Fenomenên vê dikin vê rewşê vediguherin bazirganiyê û bi vê pere qenzenc dikin. Ligel vê siyasiyên ku girseyên nêzî xwe dibîne, bandorek mezin li ser wan dikin. Siyasiyên xwedî zîhniyeta ulkucî ne, li girseya xîtabê wan dikin nefretê enjekte dikin û gotinên weke ‘em ê wan hemûyan şûnde bişînin’ bi kar tînin.
 
Şerê li Fîlîstînê hat destpêkirin çawa hat pêşwazîkirin?
 
Hamasê di 7’ê cotmeha 2023’an de êrîşê Israîlê kir û piştî vî şerê hat destpêkirin berdewam kir. Hem di jiyan hem jî di çapemeniya dîjîtal de zincîra piştevaniyê hat avakirin. Di çapemeniya dijital de her roj ji bo ev şer bi dawî be parvekirin hatin kirin. Ji bo şer bê rawestin bernameyên bi armanca piştgiriyê hatin kirin û van bernameyan bandor li girseyan kir. Lê li dijî şerê di 2011’an de li Sûriyeyê hat destpêkirin û hîna didome, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran koçber bûn, heman hestiyarî nehat nîşandan. Di êrîşên rêxistinên cîhadîst de piştevanî nehat nîşandan. Berovajî vê  yên ketin riyên koçberiyê terkî mirinê hatin kirin û mirin rewa hat dîtin.
 
Heman rewş lê nêzîkatiyên cuda
 
Di çapemeniya dîjîtal de ku wek çeka herî xurt tê venasîn, de nêzîkariya li hember van her du şer û van her du herêman cuda bû. Di çapemeniya dîjîtal de ku bi salan eli hember Sûriyeyiyan nêzîkatiyên nefretê tên parvekirin, ji bo Fîlîstînê parvekirinên piştgiriyê tên weşandin. Di rojên borî de jinek Sûriyeyî pirsek ji Tirkiyeyiyan pirsî û vê balek mezin kişand. Jina ku bi îdiaya ji roja koçber bûye ‘bê pere’ dijî hat lînçkirin, diyar kir ku girseya vir ji bo Fîlîstiniyan digirî û di rewşa koçberbûnekê de wê heman nêzîkatî ji bo wan jî nîşan bidin.  Li ser çapemeniya civakî îfadeyên tundiya gotinî ya li hember jinê nefret mezin kir.