Li Dêrikê Rojên Fîlman hat destpêkirin
- 12:57 18 Tebax 2019
- Çand û Huner
MÊRDÎN - Li Dêrikê di pêşengiya Şaredariya navçeyê de "Rojên Fîlman" ku wê 3 rojan berdewam bike hat destpêkirin
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê "Rojên Fîlman" hat destpêkirin. Şahiya ku ji aliyê Şaredariya Dêrikê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînemaya Mezopotamiyayê ve hat destpêkirin îro li Baxçelî Evler û li Taxa Kaleyê bi fîlmên "Bîraz Zor(Hinekî Zahmet)" û fîlmê "Pînokyo" hat destpêkirin.
Hevserokên Şaredariyê Mulkiye Esmez û Mehmet Şerîf Kiran, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kes tevli bernameyê bûn.
Pêşndana fîlman bi eleqeyeke mezin a zarokan hat pêşwazîkirin.
Rojên Fîlman wê sibe di roja xwe ya duyemîn de berdewam bike.