Li Rihayê li dijî binçavkirinan bertek
- 19:25 28 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Platforma Şaxa KESK’ê ya Rihayê der barê rojnameger, akademîsyen û sendîkavan jî nav de kesên hatine binçavkirin daxuyaniyek da û da zanîn ku divê kesên hatine binçavkirin bê berdan.
Platforma Şaxa Rihayê ya Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) der barê rojnameger, akademîsyen, sendîkavan û dehan kesên rojek berê hatibûn binçavkirin li avahiya Platforma şaxa KESK’ê ya Rihayê daxuyaniyek dan.
Hevseroka Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul daxuyanî xwend. Ozlem Ulutaş Şengul dazanîn ku bi binçavkirin û zextan hewl tê dayîn aliyên muxalîf bê çewisandin û li dijî êrîşan banga têkoşîn ayekbûyî kir. Ozlem Ulutaş Şengul di berdewamiyê de anî ziman ku binçavkirin dijhiqûqîne û wiha got: “Divê hevalên me yên hatine binçavkirin demildest bên berdan. Divê zextên li ser aliyên muxalfî bên bidawîkirin.”