Li Mêrdînê du kes hatin girtin

  • 19:17 28 Mijdar 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Du kesên bi hinceta tevli çalakiyên li dijî qeyûman bûne hatibûn binçavkirin hatin girtin.
 
Li navçeya Artuklu û Qoserê yên Mêrdînê 26’ê Mijdarê de bi ser malan de hat girtin û 11 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin yek jê zarok 5 kes piştî îfadeyên emniyetê hatin berdan û 6 kes jî sewqê edliyeyê hatin kirin. Mehmet Şîmdî û Medîne Şîmdî piştî lêpirsînê bi daxwaza girtinê, çar kesên din jî di daxwaza şerta kontrola edlî sewqê Dadgeriya Ceza Sulh a Merdînê hatin kirin. 
 
Li Dadgeriya Cezaya Sulh 4 kes hatin berdan û Mehmet Şîmdî û Medîne Şîmdî jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.