Ji 7'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê re hindik ma
- 11:35 1 Îlon 2019
- Çand û Huner
AMED - Dê 7'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi beşdarbûna 130 weşanxane û rêxistinên civakî yên sîvîl bê lidarxistin.
7'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya ku ji aliyê TUYAP'ê tê lidarxistin dê di navbera dîroka 28'ê Îlonê û 6'ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Pêşangeha Amedê ya TUYAP'ê bê çêkirin. Dê pêşangeh 9 rojî bidome û 130 weşanxane û rêxistinên civakî yên sîvîl ew ê beşdar bibin.
Dê di pêşangehê panel, xwendina helbestan, rojên îmzeyê, xebatên atolyeyê û çalakiyên cuda bên lidarxistin.
Gelek nivîskar û helbestkarên kurd ew ê beşdarî pêşangehê bibin
Tê payin ku nivîskar û helbestkarên wekî Berken Bereh, Azad Zal, Sultan Yaray, Zozan Gulan, Lal Laleş, Reşê Sevîk, Selim Temo, Roza Metîna, Vecdî Erbay, Îsmaîl Beşîkçî, Şener Ozmen, Şeyhmus Dîken, Adnan Ozyalçiner, Canan Tan, Ahmet Telli, Mine Sogut, Altan Oymen, Aytul Akal, Ahmet Şimşirgil, Latife Tekin, Bahadir Yenişehirlioglu, Feryal Saygiligil, Kemal Hamamcioglu, Birsen Ekim Ozen, Kemal Varol, Ayşe Hur, Gaye Boralioglu, Erdogan Aydin, Toprak Işık, Gulseren Budayicioglu, Çigdem Gundeş beşdarî pêşangehê bibin.
Pêşangeha ku têketina wê bê pere ye her roj ew ê saet di 10.00'an de dest pê bike û heta saet 19.30'an dewam bike. Di dîroka 6'ê Cotmehê de jî ew ê di navbera saet di 10.00-19.00'an de ji bo serdanê vekirîbe.