Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê di roja sêyemîn de didome
- 12:01 19 Îlon 2019
- Çand û Huner
KOBANÊ - 3'emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê bi dirûşma "Zarok mîrasa hunera jiyana azad in" di roja 3'emîn de berdewam e.
Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), 3'emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê di roja sêyemîn de dewam dike. Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de wê zarok berhemên xwe yên hunerî ji stran, şano û govendê pêk tên pêşkêş bikin.
Komên ku îro ew ê beşdarî mîhrîcanê bibin Koma Hêvî ya govendê, Koma Ronahî ya stranan, Koma Ş.Zozan govendê, Helbestvan Têlînaz û Newal, Helbestvan Emel Omer, koma Minbicê ya lîstoka destan, koma Minbicê ya sporê, koma Minbic ya stranan, koma reqsa robot, koma Ş.Emkîn ya stranan wê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.
Paşê wê pêşengeha wêneyan a zarokan di çarçoveya mîhrîcanê de bê pêşandan. Piştî navbera nîvro wê koma meclisa malbatên şehîdan a Stran, koma Minbic a govenda Çerkezî, stranên Zagros, koma Minbic a stranan û koma Til Xezal a şano wê berhemên xwe pêşkêş bikin. Mîhrîcan bi stranên koma Ronahî ya stranan didome.
Ew ê îro mîhrîcana zarokan bi dawî bibe.