Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
- 12:02 28 Îlon 2019
- Çand û Huner
AMED - Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya 2019'an dest pê kir.
7'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya 2019'an dest pê kir. Li Navenda Kongreyê û Pêşangehê ya TUYAP'ê bi beşdarbûna 130 weşanxaneyî û saziyên civaka sîvîl pêşangeha pirtûkan dest pê kir. Tevî nivîskar û helbestkarên wekî Mîne Sogut, Latife Tekin, Gaye Baroglu ew ê helbestkar û nivîskar derkevin pêşberî xwendekaran.
Dê pêşangeh heta 6'ê Cotmehê hebe.
Hinek çalakiyên ew ê îro bên lidarxistin wiha ne:
*Gotibêj: Motîfa Jinê
14.00 – 15.00 Eywana Konferansê ya Firatê, Gulseren Budayicioglu
*Gotibêj: “Kuçeya Jinên Xalî”
15.15 – 16.15, Eywana Konferansê ya Dîcleyê, Canan Tan
*Gotibêj: “Nêrîna Komarê ya li Jinan, Nêrîna Jinan a li Komarê”
16.30 – 17.30 Eywana Konferansê ya Firatê, Ayşe Hur, Erdogan Aydın
*Panel: “Ger Jin Binivîse”
17.45 – 18.30 Fırat - Eywana Konferansê ya Firatê, Birsen Înal, Ayşe Sokulmez, Songul Karadeniz