Yildiz Çakar: Armanc li ser axa xwe jiyana bi kurdî ye

  • 09:01 15 Gulan 2021
  • Çand û Huner
ENQERE - Helbestvan û nivîskara kurd Yildiz Çakar, diyar kir ku jiyan heke bi zimanê dayikê neyê jiyîn û tiştên sembolîk wê nikaribe bibe derman ji bo birînan û got: "Hikmê me li ser axê tune ye, loma jî hikmê me li ser ziman jî tune ye. Ji ber ku ax di deste dagirkeran de ye loma jî zimanê dagirker, hemû alavên fikr û ramanên dagirker xwe dide jiyandin. Heke kurd li ser axa xwe bi zimanê xwe perwerdehî bibînin û bi zimanê xwe kar bikin, tiştek di destê dagirker de namîne. Ji ber ku ziman wê axê şûnve bîne."
 
Li paytexta Suriyeyê Şamê, di 15'ê Gulan a 1932'yan de, bi pêşengiya Celadet Ali Bedirxan kovara Hawar hat weşandan. Kovara Hawar ku bi alfabeta Latînî hatiye weşandan, di diroka kurdan de yekem kovare, ku bi zimanê kurdî hatiye nivisandin. Kovarê di sala 1932'yan heta dawiya 1943'yan de bi tevahî 11 salan weşan kiriye. Her sal 15'ê Gulanê wek roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
 
Di roja Cejna Zimanê Kurdî de helbesvan û nivîskara kurd Yildiz Çakar têkildarî polîtîyên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî ji ajansa me re nirxand. Yildiz, bersiv da 7 pirsên ajansa me û got " Heta em jiyana xwe bi zimanê dayikî nejîn, tiştên sembolîk wê nikaribe bibe derman ji bo birîna me”
 
'Ne qanûn dewlet çi dixwaze?'
 
* Wek hûn zanin 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye û pîrozkirina wê jî li bakurê Kurdistanê ji aliye Tirkiyeyê ve li gel ku di make qanûnê de nehatiye qedexekirin jî tê astengkirin. Tirkiye 86 sal in vî zimanî wekî zimanê nayê famkirin pênase dike. Lê di demokrasîyê de pir zimanî û pir çandî pewiste.Lê li Tirkiyê ev ne pêkan e. Gelo Kurdên li bakurê Kurdistanê ji bo parastin û pêşxistina Kurdî divê çi bike?
 
Her çiqas hinek maf di qanûn û qaîdeyên nivîskî de hebe jî naye wê wateyê ku ew maf wê teqez were bikar anîn (an jî bi cîh bê). Ji dest pêkê û heta îro li dinyayê ev rastî heye ku qanûn li gor pergala ku wê ava kiriye dixebite. Li gor berjewendiyên xwe, li gor daxwaz û qeweta xwe. Loma jî dema were xwestin tên asteng kirin, tên qedexe kirin û tên guhertin. Mesela ziman û roja ziman jî di vê çarçovê de ye. Ango dewlet çi bixwaze wê dike, ne ku qanûn çi dixwaze- ro îro çerx wiha digere.
 
Li cihêkî demokrasî tune be li vir pir rengî jî tune ye 
 
Zimanê perwerdeya me ya dibistanê ne bi kurdî ye, saziyên ku em tê de dixebitin ne bi kurdî ye, zanîngehên ku em diçin ne kurdiye, nexweşxanê me, dadgehên me û hwd ne bi kurdî ye îjar roja cejnê qedexe kirine çi ye nekirine çi ye, qet ferq nake. Ji mere hew weke nîşandayek rojek wê çi bide ger hûndirê wê bi kirinan nehatibe tijî kirin. Heta em jiyana xwe bi zimanê dayikê nejîn, tiştên sembolîk wê nikaribe bibe derman ji bo birîna me. Erê rast e demokrasiyê de pir zimanî û pir çandî heye, xweş e jî. Lê li cihek demokrasî tune be xweşî û pir rengî pir çandî jî tune ye.
 
Ne karin zû bi zû jinan asîmilê bikin
 
Xelkê bakur bi sedan sal e zimanê xwe parastine û gihandine heta îro. Ev hilgirtina ziman û gihaştina wî ya vî zemanî bi min mucizeyeke. Erdinigariya kurdan parçe kirin, destê kurdan ji axê, ji malê jî kirin. Ji ber ku kurd mileteke bihev girêdayî bû. Weke xeleka zencîran hemû êl û malbat hevdû nas dikir, taybetiyên hev dizanîn. Bandora cîran û mêvanên ku dihatin li ser vê axê ne bi bandor bû. Dijminê kurdan, kurdan baş nas dikirin. Loma jî ewil erdinigariyê parçe kirin, dawî serekê êl û malbatên mezin şandin sirguniyê, hinekan jî kuştin. Pişt re hêdî hêdî destê kurdan ji axê kirin. Berê wan dan metropolan. Malbatan, êlan ji hev parçe kirin. Têkiliya kurdan ya navxweyî qels kirin û dest bi polîtîkayên asîmlasyonê kirin. Di polîtkayên asîmlasiyonê de pergal nekarî jinên kurdan zû bi zû asîmîle bike. Sedemên vê yekê gelek e. Tunebûna azadî, perwerdehî û aborî jina li pişt deriya hişt. Ji vê xerabiyê, qenciyek çêbû. Ew jî parastina ziman û çand, bi hilgirtina destê jinê gihaşt nifşên nû.
 
Divê hemû alavên jiyanê bi zimanê dayikê be 
 
Jin, çîrok, kilam, stran çêkir û wiha bû dayika ziman û çanda kurdî. Heta pêncî-sed sal berê çîroka me ev bû. Pişt re jiyan û zeman guherî. Serdemên ku berê pir bi derengî çêdibû, niha êdî pir bi lez bû. Zemaneke teknolojiyê, zemaneke aqilê makîneyê derket. Û nifşên nû yên kurdan mecbûr man berê xwe bidin dibistanan, berê xwe bidin kar û debara xwe bikin. Lê êdî mecbûr bûn ku ji çerxa biçûk ya dê û bavê derkevin. Loma jî dibistan, zanîngeh û xebitandin hişt ku zarokên kurdan êdî ne bi zimanê dayikî bi zimanê serdest,bikene, bigrî, evîndar bibe, bifikire û bijî. Ji xwe mirovek ji serê sibê heta êvarê bi zimanekî perwerdehî bibîne, pişt re were mal û li mal jî televîzyon û radyoyên bi tirkî weşanê dikin temaşe bike, guhdar bike êdî fikr û ramanên serdestan dibe zimanê jiyanê- ango dibe zimanê yekem. Bo pêşxistina zimanê dayikê, divê hemû alavên jiyanê bi zimanê dayikê be.
 
'Hebûna kurdan înkar dikin'
 
* Her wiha girtînameyên Meclîsa Giştî ya Enqerê de zimanê Kurdî wek “x” hat binavkirin. Herî dawî li zindana Boluyê rojnameya Xwebûn bi hinceta zimanê biyanî ji aliye rêveberên zindanê ve hat qedexekirin. Hûn helwesta dewletê û ya sazî û dezgehên wê li dijî zimanê kurdî çawa şirove dikin?
 
Berê hebûna kurdan jî înkar dikirin. Îro ji bo ziman gotine “x” mere pir ecêmayî namîne. Reyeke, înkarî ya bi dehan salane dom dike heye. Û ev pergal qet ji vê helwesta xwe gavek bi şûn ve jî navêje. Loma jî êdî wateya axaftina bi vê pergalê re nemaye. Em karin vê red û înkarê bigîhinin her derê dinyayê û ji ser dinyayê divê em bipeyivin. Helwesta dewletan li gor berjewendiyên wan e. Kîjan tişt ji wan re hewce dike wê tiştî dikin. Ger ne wiha nebûya milleta ku nifûsa wê bi milyona ye nedihat înkar kirin û zimanê wî jî nedihat qedexe kirin.
 
* Li Kurdistana ku ji aliyê çar dewletan ve hatiye parçekirin, li gel gef, zext û êrişan kurd heta roja îro bi zimanê xwe axifiye. Bi taybetî jî Bakur di vî warî de gelek êş kişandine. Ji bo çi serdestên kurdan li hember zimanê wan evqas bê deyax in?
 
Bersiv di pirsa te de ye jixwe. Axa kurdan hatiye dagirkirin. Ax çi ye? Ax hebûn e. Kesên axa wan tune be hebûna wan jî tune ye (di vir de qesta min ziman e, çand e, azadiye û hwd.). Çima? Ji ber ku kî xwediyê axê be xwediyê ziman e, xwediya xwe birêve birinê ye. Niha jî axa me ji bin lingên me kişandine û çi dewlemendiya bin axê çi jî yê ser axê nakeve destê me. Hikmê me li ser axê tune ye, loma jî hikmê me li ser ziman jî tune ye. Ji ber ku ax di deste dagirkeran de ye loma jî zimanê dagirker, hemû alavên fikr û ramanên dagirker xwe dide jiyandin. Her wiha ger kurd li ser axa xwe bi zimanê xwe perwerdehî bibînin û bi zimanê xwe kar bikin, tiştek di destê dagirker de namîne. Ji ber ku ziman wê axê şûnve bîne...
 
* Ez dixwazim bandora astengkirina ziman li ser çanda civakê jî bipirsim. Li ser vê mijarê hûn dikarin çi bibêjin? Her ku Tirkiye astengiyan li pêşiya zimanê kurdî derdixe axaftina bi kurdî jî kêm dibe. Gelo astengkirina ziman ji aliye dewletê ve bandoreke çawa li ser axaftina bi zimanê kurdî dike?
 
Ziman tune be çand jî tune ye. Yê ku çandê çêdike ziman e. Ji qedexekirina ziman bêtir şertên civakî û bêeleqebûna kurdan, zorê dide zimanê kurdî. 30-40 sal berê şert ji îro zortirbû, lê weke biçîmeke a tekoşînê gelek kes hînbûna ziman dabûn ber xwe. Îro jî ev biçîm kare rêyeke nû veke, ger bibe pêleke mezin.
 
Qedexeyên 40-50 sal berê pir bandor li jiyana kurdan nedikir. Ji ber ku kurd xwedî ax bû. Hîn jiyana metropol û koçberî ne biqasî vê çil salê dawîn bû. Loma jî her tiştên kurdan bi kurdî bû. Kurd diçû bazarê mastê xwe, penêrê xwe, genimê xwe bi kurdî difrot bi kurdî distend. Ev 40-50 sal him guherîna serdeman, him guherîna çerxa mezin ya dinyayê jî têde wateya gelek tiştan guherî. Weke çi? Weke teknolojî, pere û zanistî. Erê kurd ji teknolojiyê, ji pere û zanistiya teknolojiyê bêpar mabû lê çand û ziman hîn weke xwe bû weke genciniyek. Dagirkerên axa kurdan wê jî ne hêdî hêdî, pir bi lez ji destê kurdan girt. Çawa bi dibistanên xwe, bi navenden kar û barên xwe, bi televizyon û bernamên xwe berê xwe dan zarokên kurdan. Ji ber ku mere tiştek xera bike û ava bike zor e, lê mere tiştek nû ava bike hêsantire. Dagirker ji ya nû dest pê kir. Ferza ku em dibêjin dijminê me qels e, qet ne were ye. Dijminê me planên sedsalan çêdikin êdî. Loma jî dizanibûn zarokek kurd bi zimanê dagirker were perwerde kirin ew êdî ne zarokeke ew malbateke. Erê em di teoriyê de dibêjin zimanê dayikê, lê di rastiya xwe de zimanê zarok çi be zimanê dayikê ew e!
 
'Hewldanên şexsî terê nakin'
 
* Helwesta Kurdên ku li Ewropayê dijîn li hember zimanê kurdî hûn çawa dîbînin ? Bi pêşengiya kurdên Ewropayê pêngava fermîkirina zimanê kurdî hatiye destpêkirin. Ji ber vê yekê kurdan seri li Neteweyên Yekbûyî û UNESCO’yê dan. Xebatên kurdên ewropayê û helwesta sazî û rêxistinên navneteweyî li dijî zimanê kurdî hûn çava dibînin?
 
Diplomasiya kurdan ya qada navnetewî tune ye, eger hebe jî pir qels e. Hinek hewldanên şexsî an jî li ser siyasetê hin xebat dibe ku hebe, lê ev ne mumkun e têrê bike. Dîsa jî vana xebatên girîng in. Kî warê çand û ziman de têkoşînê bike têkoşîna wan bi qimet e. Mesela ziman ya qada navnetewî de heta cihek mere kare têkoşînê bike û hinek tiştan ava bike. Meraq dikim heta îro çima kurdên Ewropa du sê heb zanîngeh ava nekirine. An jî çima siyaseta kurdî a giştî- çi bakur çi başûr- tevgereke wiha nedan dest pê kirin. Her ku ev çend sal e statûya başûr a fermî karibû pêşengiya zanîngehên bi kurdî bikira. Û siyaseta bakur ya ku destê wê li Ewropa bi hêz e çima rêyek wiha ava nekirî ye.
 
Armanc li ser axa xwe jiyana bi kurdî ye 
 
Eger me biqasî siyasetê diplomasiya çand û ziman bikirana wê pengaveke din bihata ber me. Lê mixabin hewildanên îro têr nake. Mijara qedexeyan û astengiyên li ser ziman û çandê ji ser dinyayê niqaşa wê û belavbûna meselê gelek girîng e. Em karin gelek rê û rêbazên welatên peşketî minak bigrin û bi wan re li ser kar û barên çand û ziman karen hevbeş bikin. Bo ku armanca me bigihije cihê xwe. Armanca me a herî girîng jî li ser axa xwe jiyana bi kurdî ye, ew jî ne bi hewldanên şexsî an bi yek du saziyan. Bi hewildaneke netewî divê em vê pirsgirekê bidin ber xwe. Û ne kampanyayên ji hev cûda, yek kampanyayek ku karibe li dinyayê bigere. Eger em di vê xalê de bibin yek, emê karibin gelek tiştan bidest xin.
 
Em kurd mecbûr in, rê û rêbazên nû peyda bikin. Peleke mezin ya serdemeke a teknolojîyê tê. Êdî ne mumkune em xwe ji vê jiyanê bêpar bihêlin. Êdî wê qadên şer de tanq û top û bi hezaran, bi milyonan kes tune be, wê ji devla wan robotên şer, balafir û alavên din hebe. Wê nexweşî û dermanê nexweşiyên hebin. Kî xwediyê hêza teknolojî û zanistiyê be ew ê bibin hêz.
 
Li welatên pêşketî perwerdeya bi du zimanî...
 
Divê nifşê nû teknolojiyê li gor berjewendiyên çand û ziman bikar bîne. Îro zanîngehên li ser înternetê, kare bibe zanîngehên xwedî avahî. Çima li Amerîka, li Ewropa li van cihan zanîngehên kurdî tune be? Qedexe li van deran tune ye. Em karin alternatifên nû ava bikin. Ewropa û qanûnên li Ewropa ji bo van xebatana derî vedike. Em karin li dinyayê gelek cihan peşdibistan vekin. Em dikarin îlanê xwe bidin em bibêjin li van dibistan û pêş dibistanan bi zimanê kurdî jî perwerdehî didin. Êdî hema hema li hemû welatên pêş ketî bi du zimanan perwerdehî tê dayîn. Em dikarin bi kurdî zimaneke din yê Ewropî bi du zimanan gelek saziyên perwerdehiyê vekin. Diplomayên dibistanên bi du zimanan pir tê tercih kirin. Ma çima em nekin, ger aboriyek, dîplomasiyek hebe li pişt van karana...
 
'Em ê rojê 150 peyvên xwe ji bîr dikin'
 
* Xebatên we yên li ser zimanê kurdî bi taybet pîrtûkên we ji bo pêşxistina kurdî gelek girîng in. Xebatên ji bo zimanê kurdî tên kirin hûn çawa dibînin. Pêşniyarên we ji bo pêşxistina zimanê kurdî çi ne gelo?
 
Xebatên bo zimanê kurdî tê kirin bê derfet e. Saziyên ziman hene, niha ders jî tê dayîn di van sazî û enstûtiyan de. Lê ev xebat ji bo gel nabe çareserî. Ziman avabûna rûh e. Bi kijan zimanî tu rabû û runişt û te pê xewnan dît ew e. Zarokek rojê 7-8 saet li dibistanan ne bi zimanê dayikê bi zimanê serdest ger were perwerdeh kirin, ew zarok çiqas bi kurdî bizanibe jî, wê nizanibe mamtematik, fîzîk û hwd bi kurdî çi ye, çawa ye.Tenê bi axaftina hundirê malê de ziman pêş nakeve. Niha tenê ji ber virûsa coronayê Elmanan di nava salekî de 150 peyvên nûh çêkir. Îjar em rojê 150 peyvên xwe ji bîr dikin. Bo pêşketina ziman tiştê sereke zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe ji dibistana seretayî heta xwendina xwe ya bilind divê bi kurdî bike. Niha rewşa bakur di vî warî de di xeterê de ye. Lê rojava jî beravajî vê yeke hêviya me ya ku şikyabû gelek bilind kiriye. Ger astengiyeke dernekeve, wê pela rojava di warê çand û ziman de bibe pengavek mezin...