Şahî ji bo nivîskar û rojnamegerên jin hat lidarxistin
- 18:10 10 Hezîran 2021
- Çand û Huner
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER'ê bi armanca xwedîderketina li zimanê kurdî û keda jinê li Amedê şahî li dar xistin û plaket dan nivîskar û rojnamegerên jin.
Bi pêşengiya Rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER'ê li Amedê ji bo jinên nivîskar û rojnamegerên jin şahî hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remzîye Tosûn, gelek rojnameger û nivîskarên jin bi cilên xwe yên kurdî beşdarî şahiyê bûn. Berî şahî bê lidarxistin Hevseroka MED-DER'Ê Şîlan Elmas Kan û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray bi axaftinên xwe bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî û gotin divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Parlamentera HDP'Ê Remziye Tosûn jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya axaftina bi zimanê kurdî û da zanîn divê her kurd xwedî li zimanê kurdî derkevin.
Ji bo nivîskar û rojnamegerên jin plaket hat dayin
Piştî axaftinan plaket ji bo nivîskar û rojnamegerên jin hatin dayin. Jinên plaketên xwe girtin peyama yekîtiya ji bo zimanê kurdî dan.
Piştî dayina plaketan bi stranên kurdî jinan govend gerandin.