Wê Mihrîcana Surfestê dest pê bike

  • 13:12 26 Îlon 2024
  • Çand û Huner
  
 
AMED – KASED dê li navçeya Sûrê ya Amedê Mihrîcana Jinan a Surfestê ya pir zimanî û pir çandî lidar bixe. Perwerdekar Salîha Ayata bang li hemu jinan kir ku beşdarî mihrîcanê bibin û got ku ew ê li dijî bişaftinê parastina Sûrê bidomînin.
 
Komaleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) li navçeya Sûrê ya Amedê dê di navbera 29’ê Îlonê û 5’ê Cotmehê de Mihrîcana Jinan a Surfestê lidar bixe. Mihrîcana ku dê bi xebatên hunerî û çandî yê li ser zimanê dayikê jinan bîne ba hev, dê bi çalakiyên ji bo jinan û zarokan derbas bibe. 
 
KASED’ê armanc dike ku di hemu qadan de derfetê bide jinan da ku bi hunerê re bên gel hev, hemû zimanên dayikê bîne ba hev û bîra çandî û dîrokî ya Sûrê biparêze.
 
Dê starta mihrîcanê di 29’ê Îlonê de li Dêra Surp Gîragos a li navçeya Sûrê bi newayên Ermenî û Kurdî yên jin vedibêjin bê dayîn. Dê di mihrîcanê de ji bo zarokan şahî, atolyeyên çîrokan, konser û defîleya ku wê cil û bergên netewî bên pêşandan bê kirin. Her wiha dê 5’êmîn salvegera damezrandina KASED’ê jî bê pîrozkirin.
 
Salîha Ayata ya ku di KASED’ê de perwerdekariyê dike ji NÛJINHA'yê re derbarê mihrîcanê de agahî da û got “Em hemû jinan zaroka vedixwînin ku li kêleka me bimeşin.”
 
‘Ji bo jinan 5 sal in em li qadan in’
 
Salîha Ayata anî ziman ku ew ji bo jinên ku nikarin xwe bigihînin çand û hunerê derketine rê û di nav 5 salên ku xebat dimeşînin de xwe gihandine bi hezaran jin û zarokan. Salîha Ayata wiha got: “Bi salan e em ji bo jinan li qadan e. Ji bo jin û zarokan em kursên mîna ziman, muzîk, govend, wênesazî û enstrumanê didin. Bi taybetî em li Rêzan û Sûrê xebat dimeşînin. Sedema vê ya bingehîn jî ew e ku derfetên li vê derê pir sînordar e, gel nikare xwe bigihîne xebatên bi vê rengê. Ji bo em van bê derfetiyan daxin asta herî jêr em li qadê ne û xebat dimeşînin. Di vê xalê de em di her qadê de piştevaniya xwe ya ji bo jin û zarokan bidomînin.” 
 
‘Dê bibe mihrîcana ku zimanên dayikê lê hevpar bibin’
 
Salîha Ayata destnîşan kir ku hedefa wan a bingehîn ya vê mihrîcanê hemû jinên Sûrê anîna gel hevdû ye û axaftina xwe wiha domand: “Di vê mihrîcanê de em armanc dikin ku li Sûrê ku bîrekî dihewîne, him li dijî polîtîkayên bişaftinê him jî li dijî polîtîkayên bê bîr hiştinê têkoşînê bimeşînin. Di 29’ê Îlonê de em ê starta xwe bi newayên Kurdî û Ermenî yê li dêrekî Ermen bê vegotin, bidin. Yek ji hedefên me yên herî mezin ew e ku em deng û zimanê dayikê yê jinan bînin ba hev. Di vê mihrîcanê de hemû jin dikarin bi zimanên xwe yê dayikê bi awayekê azad bistirîn. Disa wê şahiyên jinan û zarokan çêbibin. Li gel wê dê atolyeyên me yên hunerê, panel û xwendinên çîrokan hebe. Roja dawiyê jî wê defîleyek ji cil û bergên ku çanda Kurdî diteyisîne çêbibe. Dê starta mihrîcanê li dêrê, bi dawîbûn jî li Konaxa Cemîl Paşa be.”  
 
‘Em ê ji qetlîamên li dijî zarokan re bêjin raweste’
 
Salîha Ayata destnîşan kir ku dê straneke ku jin li ser Narîn Guran a li Amedê hat qetilkirin û cenazeya wê 19 roj şûnde hat dîtin, nivîsandine bê strîn û got: “Bûyera ku hat jiyankirin bi awayekê kûr me hemuyan bandor kir. Di mihrîcanê de em ê cih bidin Narînê jî.”