
Ji bo banga sedsalê hatina Stenbolê dest pê kir
- 15:01 27 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL - Heyeta Îmraliyê ji bo banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat Otela Elit World.
Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina 3'yemîn pêk anî. Piştî civînê parlementerên DEM Partiyê, endamên MYK’ê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), nûnerên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rojnamevan ji bo daxuyaniya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li Otela Elite World a Taksîma Stenbolê hatin cem hev.
Daxuyanî dê li qada Şex Saîd a navçeya Sûrê ya Amedê û li qada Bajêr a Wanê li ser ekrana LED-ê bê dayîn.