Li Haltanliyê qeyrana kanê: Cotkarî têk diçe

  • 09:02 24 Îlon 2024
  • Ekolojî
 
Derya Ren
 
DÎLOK - Welatiya Taxa Haltanliyê Hacer Dogan, da zanîn ku ji ber kana madenê ya aîdî fîrmaya Madenê û Enerjiyê ya CTC'ê ye hilberîna erdan kêm bûye û nexweşî zêde bûne. Hacerê got:"Çawa li Licikê hezaz çêbû îhtimala li vir çêbibe jî zêde ye. Heger tiştekî wiha bibe, dibe ku gund di binê axê de bimîne."
 
Li Taxa Haltanliyê ya navçeya Avasim a Dîlokê ji sala 2015'an heta niha fîrmaya Madenê û Enerjiyê ya CTC'ê bi awayekî çalak faliyetên xwe pêk tîne. Ji roja kana madenê vebûye heta niha welatiyên li Taxa Haltanliyê bi caran serlêdan kirine da ku kana madenê bê girtin lê belê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin. 
 
Her wiha kamyonên harfiyetê yên kana madenê yên ji ser rêya gund diçin dibe sedema qirêjiya hewayê. Her wiha bax û rezên welatiyan zirarê dibînin û hilberîn bi avakirina kanên madenê kêm dibin. Welatiyên li Haltanliyê dijîn di heman demê de dibêjin pençeşêr zêde bûye. 
 
Hacer Dogan a 66 salî ya li Taxa Haltanliyê dimîne, rezvaniyê dike. Hacerê bi lêv kir ku di demên dawî de ji ber kanên madenê hilberîn kêm bûye. 
 
'Em nikarin li ser maseyê rûnin'
 
Hacer, bi lêv kir ku beriya ku kan bê vekirin çandinî, rez û bostan berhemdar bûn û piştî vekirina kanê bêbandoriya hemû berheman zêde bû. Hacerê çalakiyên wan ên li dijî madenê bi bîr xist û got, “Ji bo girtina madenê me rêya gund girt. Me îmze berhev kir. Lê çend kesên ji gund bi gotina 'Ji terorîstan re îmzeyan kom dikin' hewl dan rewşê bigihînin nuqteyên cuda. Helbet em bi daxuyaniyên wan ranewestiyan, me çalakiyên xwe domandin û daxwazên xwe yên ji bo girtina madenê anîn ziman. Dar û rezên me yên behîv, zeytûn û tirî bi temamî zerar dîtine. Ji ber kamyonên kolandinê rêya gund bi kar tînin gelek toz çêdibe. Ji ber vê sedemê divê em timî mala xwe bişon. Em nikarin bi rêk û pêk li ser masê rûnin. Ji ber ku li her derê toz heye."
 
'Gede ji ber jinan diçe'
 
Hacer, anî ziman ku berê li gund nexweşiyên penceşêrê kêm bûn, lê piştî madenê zêde bûn û wiha got: “Teşhîsa pençeşêrê li gelek kesan tê dîtin. Kesên ku bêhna wan teng dibe hene. Jin jî gede ji ber wan diçe, heywan jî wiha. Dema em bi rayedaran re axivîn me pirsgirêk ji wan re ragihandin, lê soza xwe bi cih neanîn. Di çalakiya me ya dawîn a girtina rêyan de yek ji rayedaran soz da ku ew ê rêyan sererast bikin û ser kamyonên harfiyatê bi brandayan bigirin. Lê di van salên dawî de ev yek nehatiye kirin. Ev çend roj in asfaltê dest pê kiriye. Her komyonên harfiyatê ji ser kortên heyî re derbas dibûn me digot qey erdhej çêbûye." 
 
'Sala borî 13 ton bû îsal 4 ton derket'
 
Hacer, da zanîn ku ji kanên madenê ne tenê mirov, nebat û heywan jî zirarê dibînin û wiha got: “Ajalên me jî telef dibin. Her weha em dikarin bibînin ku hilberîn li gorî sala borî jî kêm bûye. Weke mînak par me ji 600 darên tirî 13 ton berhem bi dest xist, lê îsal ji 600 darên tirî me 4 ton tirî bi dest xist. Kanên madenê hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve zirarê dide me. Ji ber ku em ji tenduristiya xwe û berhemên ku em digirin berpirsiyar in. Kamyonên kolandinê bi şev û roj bênavber di gund re derbas dibin. Em nikarin bi rêkûpêk razên." 
 
Bang li ekolojîstan kir
 
Hacerê bang li ekolojîstan kir û hezaza li navçeya Licikê ya Erzînganê bi bîr xist û wiha got: “Bila ji me re çareyekê bibînin. Çawa ku li Licikê hezaz çêbû, li vir jî îhtimaleke mezin çêdibe. Ger rewşek wiha çêbibe dibe ku gund di binê erdê de bimîne. Li vê herêmê 10 gund hene. Piştî ku çiyayên me biqedin em ê bibin yek?"