Li Rihayê jinek hat kuştin

  • 13:13 22 Mijdar 2024
  • Rojane
 
RIHA - Jina bi navê Leyla Uren a ku li Rihayê demek dirêj agahî jê nehatibû girtin, li mala ku lê dima, bi awayekî bi gûman kutştî hat dîtin .
 
Li Taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Halîliye ya Rihayê jina bi navê Leyla Uren (43) di mala ku lê diman de bi awayekî bi gûman kuştî hat dîtin. Mirina Leyla Uren piştî ku malbata wê gahî jê negirt hat bihîstin. Polîs û ekîbên tenduristiyê ketin mala ku Leyla Uren lê dima û diyar kirin ku Leyla Uren bi amûrê birînê hatiye kuştin.  Hat destnîşankirin ku Leyla Uren a ku bi eslê xwe ji Amedê ye li Rihayê dima. 
 
Cenazeyê Leyla Uren birin morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.