Li Reqeyê malbatek hat qetilkirin

  • 14:56 25 Mijdar 2024
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Li taxa Rimêla ya bajarê Reqayê jinek, hevjînê xwe û zaroka xwe hatin qetilkirin.
 
Şêniyên Reqayê vê sibehê jinek, hevjînê wê  û zaroka wan a yeksalî kuştî li mala wan a li taxa Rimêlayê dîtin. Li gorî agahiyên şêniyan her sê kes bi kêran hatine qetilkirin.
 
Jina hatiye qetilkirin mamoste ye û hevjînê wê bi navê Munaf El Kenas karmendekî Desteya Diravî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
 
Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê qetilkirina her sê kesan de lêkolîn dan destpêkirin.