NY: Li Gazeyê 15 hezar jinên ducanî di asta xelayê de ne

  • 18:25 28 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Alîkarî û Bayndiriyê ya Penaberên Fîlîstînê ya Rojhilata Nêz a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) daxuyand ku li Gazeyê 15 hezar jinên ducanî asta xelayê de ne.
 
Ajansa Alîkarî û Bayndiriyê ya Penaberên Fîlîstînê ya Rojhilata Nêz a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) daxuyand ku li Gazzeyê ku saleke Israîl bi awayekî dijwar êrîş dike de 15 hezar jin di asta xelayê de ne.
 
UNRWA li ser hesabê X da zanîn ku li Gazeyê nêzî 50 hezar jinên ducanî hene û ji van di meşa pêş de wê 4 hezar zarokên xwe bînin dinê. Her wiha hat diyarkirin ku 15 hezar jinên ducanî bi xelayê re rû bi rû ne.