DFG'ê rapora sala 2024'an eşkere kir
- 14:52 4 Çile 2025
- Rojane
AMED - DFG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a sala 2024'an eşkere kir û got: "Desthilatdariya AKP-MHPê di 2024'an de jî dev ji neyartiya li dijî rojnamegeran berneda. 91 hevpîşeyên me dema nûçeyê dişopandin hatin astengkirin, 62 rojnameger bi pêkanînên xirab re rûbirû man, 47 rojnameger bi êrişan re rû bi rû man. Di 2024'an de gef li 79 hempîşeyên me hat xwarin."
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamevanan û zextên li ser saziyên çapemeniyê ya sala 2024'an bi raya giştî re parve kir. DFG'ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe ya li semta Ofîsa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek û endamên komeleyê beşdarî civînê bûn.
Selman Çîçek di destpêkê de axivî û diyar kir ku ew rojnamevanên hatine kuştin bibîr tînin û naxwazin ku êdî zext li ser rojnamevanan bê kirin.
Piştre metna raporê ya bi kurmancî ji aliyê endamê DFG'ê rojnamevan Bîlal Guldem ve û metna raporê ya tirkî jî ji aliyê rêvebera DFG'ê rojnamevan Medîne Mamedoglû ve hat xwendin.
Rapora DFG'ê bi vî rengî ye:
“Em îro ji bo rapora binpêkirinên mafên rojnamegeran a sala 2024'an eşkere bikin hatine cem hev. Di heman wextê de îro 5'emîn salvegera damezrandina komeleya me ye. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji roja damezrandina xwe ve li dijî neheqiyan, zext û binpêkirinan rawestiya û bû xwedî helwest. Mohra xwe li bin gelek xebatên giranbiha da. Bi van kiryarên xwe yên pê bawer di qada rojnamegeriyê de bû çavkaniya referansê. Bi vê boneyê em ji hemû rêveber û endamên me yên di nava van hewldanên giranbiha de cih girtin û bûn xwedî ked; ji hemû dostên me yên destek û pişgiriya xwe ji bo me kêm nekirin re spas dikin. Em carek din damezrandina DFGê pîroz û bimbarek dikin.
Zext, astengî û qedexeya li ser rojnamegeran, sazî û dezgehên çapameniyê ji destpêka sala 2024'an heta dawiya wê her zêde bûn. Di her du mehên destpêka salê de li Îzmîr û Stenbolê li dijî rojnamegeran operasyon pêk hatin û gelek hevpîşeyên me hatin binçavkirin. Ev jî nîşan da ku desthilatdarî di 2024'an de jî zexta darazê wê li ser serê rojnamegaran bidomanda. Û di nava salê de jî wisa bû. Di meha Sibatê de li Îzmîrê 8 rojnameger, di meha Nisanê de li Stenbolê 9 rojnameger, di Roja Rojnamegerên Kurd de, di meha Mijdarê de 14 rojnamegerên ku tenê heqdesta telîfê an go heqdesta çêkirina nûçeyê wergirtine hatin binçavkirin. Di meha Berfambarê de li Wan û Stenbolê 41 rojnamegerên ku qetilkirina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin û ji van 7 rojnameger li Stenbolê hatin girtin. Di vê çarçoveyê de 118 rojnameger di sala 2024an de hatin binçavkirin û ji vana 26 kes hatin girtin.
Desthilatdariya AKP-MHPê di 2024'an de jî dev ji neyartiya li dijî rojnamegeran berneda. 91 hevpîşeyên me dema nûçeyê dişopandin hatin astengkirin, 62 rojnameger bi pêkanînên xirab re rûbirû man, 47 rojnameger bi êrişan re rû bi rû man. Di 2024'an de gef li 79 hempîşeyên me hat xwarin.
Komeleya me di nava salê de her meh di bin 5 sernavan de mafên rojnamegerên hatine binpêkirin wek rapor amade kir. Binpêkirinên di bin wan sernavan de hatin berhevkirin jî destnîşan dike ku bi dehan rojnameger bi lêpirsînan, bi vebûna dozan û bi cezayan hatine mexdûrkirin.
Di sala 2024an de derheqê 74 rojnamegeran de lêpirsîn dan destpêkirin. Lêpirsîna 55 kesan di encamê de veguherî dozê û hatin darizandin. Rojnameger bi giştî di 442 dosyeyan de hatin darizandin. Di van darizandinan de li 67 kesan bi giştî 149 sal û 9 meh cezayê hepsê hat birîn. Li gel 7 rojnamegerên ku li Stenbolê ji bo wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê rakiribûn û hatibûn girtin hêjmara rojnamegeran li Tirkiyeyê di zindanan de bû 43 kes.
Desthilatdarî qîma xwe bi van binpêkirinên mafên rojnamegeran jî neanî û li gel pakêta darazê ya 9emîn hewl dide qanûna “sixurtiya bi bandor” ango “ajantiya etkî” jî derxe. Tê xwestin bi vê qanûnê hê bêtir dor li rojnamegeran bipêçên. Armanc ev e ku rojnamegerên ne li gorî desthilatdariyê rojnamegeriyê dikin bi vê xalê didarizînin û ceza li wan bibirin. Baş tê zanîn ku ev xal-made ne tenê ji bo rojnamegeran tê derxistin. Ev xal ji bo hemû dardorên di ser platformên medya dijîtal de parvekirinê dikin, bixin bin kontrole tê derxistin. Ên ku neyên kontrolê dê bi vê qanûnê bidarizînin û di nav gel de tirs û xofê bidin çêkirin. Rêxistinên Pîşeyî û raya giştî li dij vê xalê helwesteke xurt nîşan dan û rê li ber derxistina vê xalê birîn. Desthilatdariya AKP-MHPê ji ber bertekan xalê bi paş ve kişand, vê carê jî bi navê “Qanûna Casûsiyê” careke din anî Meclisê. Dîsa bi helwesta tund a rojnamegaran û derdorên muxalîf ev xal jî li Meclisê bi paş ve hat kişandin.
Desthilatdariya AKP-MHP'ê êrişên li ser azadiya çapameniyê û azadiya ramanê ne tenê di nava sînorê Tirkiyeyê de pêk tîne. Li derveyê sînorê Tirkiyeyê jî li dij rojnamegerên çapameniya azad ên Kurd didomîne. Qada şerê li dijî Kurdan fire kir û Başûrê Kurdistanê jî kir nav vê qadê. Li vê herêmê li gel PDKê êrişên li ser rojnamegeran firehtir kir. Heke qala hin ji van êrişan bê kirin; di 8'ê Tîrmehê de SÎHAya Tirkiyê li Şengalê êriş bir ser Nûçegihana ÇIRA TVê Medya Hesen, Nûçegihanê ÇIRA FMê Mirad Mîrza û ajokarê seyareyê Xelef Xidir. Di vê êrişê de Mirad Mîrza jiyana xwe ji dest da. Di 11ê Tîrmehê de PDKê nûçegihanê Zoom Medyayê Hejîn Fetah, kameremanek û ajokarê bi wan re hatin girt. Mûrat Yazar ê ku ji bo wêne û kişandinê çûbûn Herêma Federe ya Kurdistanê roja 14'ê Tîrmehê ji aliyê PDKê ve li Zaxo hat binçavkirin. Asayîşa Suleymaniyê roja 23'yê Tîrmehê Nûçegîhanê Rojnewsê Dêrin Rehîm desteser kir û dest danî ser alavên wî yên rojnamegeriyê. Roja 23'yê Tebaxê Tirkiyeyê li navçeya Seyîd Sadiq a bi ser Silêmaniyê ve êriş bir ser seyareke sivîl. Rojnameger Hêro Bahadîn û Gulistan Tara ku di wê seyareyê de bûn hatin qetilkirin. Herî dawî jî roja 19ê Berfanbarê SÎHA'ya Tirkiyeyê ya li herêma Bendava Tişrînê ya li BakurRojhilatê Suriyeyê wesayîta ku li ser wê ‘ÇAPAMENÎ-PRESS’ dinivîsand jî bombebaran kir. Di vê êrişê de Rojnamegerên Kurd Nazım Daştan û Cîhan Bîlgîn jiyana xwe ji dest dan.
Israra desthilatdariya AKP-MHPê ya di siyaseta şer de li ser civakê jî wek sansureke girankirî tê birêvebirin. Polîtîkayên sansurê bi BÎK, RTUK û biryarê mahkemeyan dibe alaveke cezayê û darbeyeke mezin li azadiya çapameniyê dide. Di vê çarçoveyê de di sala 2024'an de 501 malperên internetê hatin girtin. Ji bo 5 hazar û 260 nûçeyan cezayê astengkirinê hat birîn. Di her sê mehên dawî yên salê de jî biryarên berhevkirinê xistin meriyetê. Di vê babetê de jî 50 rojname û kovar hatin berhevkirin.
Di cezayê nedîtina nûçeyan de medya sanal jî para xwe girt. Di 2'yê Tebaxê de Istagram a ku bi milyonan bikarhenerên wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hene hat girtin. Malperên xwedî çanda sazî û dezgeyên çapameniya azad yên wek Ajansa Mezopotamya û Rojnameya Yeni Yaşam gelek car bi cezayê astengkirinê re rû bi rû man. Di sala 2024an de ji bo 1092 naverokên medya sanal cezayên xwenegihandinê hat hat birîn.
Hêjayî gotinê ye, ligel van hemû zext û cezayan jî rojnamegerên çapameniya azad di sala 2024'an de jî li ber xwe dan û serî netewandin. Her çend bi qetilkirina Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hat xwestin dengê çapameniya azad bê birîn jî bi ser neketin. Bi ruhê hevkariya berxwedêr a çapameniya azad li hember van êrişan xeleka berfireh a têkoşîna rojnamegeriyê hat avakirin û ew êriş hatin pûçkirin.
Di serî de kedkarên çapameniya azad û rojnamegerên din ên serhildêr li dij van êrişan bi kamera, wênekêş û pênûsên xwe ji ser rêya heqîqêtê xwe nedan alî û destûr nedan ku rastî bên berovajîkirin û di tariyê de bimînin. Em jî wek çanda berxwedêrên çapameniya azad her bêjin, ‘Çapameniya Azad, Civaka Azad’ e û li ser vê çandê û li ser vê ruhê pîroz heta bi hetayê têbikoşin. Em carek din dibêjin ‘Bijî Çapemeniya Azad’.”